Bêrîtan li Hagenê hate bîranîn

Li bajarê Hagen ê Elmanyayê, Meclîsa Jinê ya Fîdan civînek lidar xist û şervana azadiyê Bêrîtan bibîr anî.

Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre têkoşîna Bêrîtan hat vegotin û bal hat kişandin ser dilsoziya wê ya bi têkoşînê re.

Di civînê de dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Jin jiyan azadî" hatin qîrîn.

Beşdaran işaret bi faşîzma AKP'ê a li Kurdistanê kirin û gotin, ew ê serî li ber zextê netewînin.

...