‘Bêdengî, dewleta Tirk ji bo qetlîaman bi cesaret dike!’
Jinên rewşenbîr û siyasetmedar ê Başûrê Kurdistanê têkîldarî qetilkirina Pakîze Nayir, Sêvê Demîr û Fatma Ûyar ên li Silopiyayê ji aliyê dewleta Tirk hatin qetilkirin ji ANF’ê re axivîn.
Jinên rewşenbîr û siyasetmedar ê Başûrê Kurdistanê têkîldarî qetilkirina Pakîze Nayir, Sêvê Demîr û Fatma Ûyar ên li Silopiyayê ji aliyê dewleta Tirk hatin qetilkirin ji ANF’ê re axivîn.
Jinên rewşenbîr û siyasetmedar ê Başûrê Kurdistanê li dijî qetlîamên jinan ên li Parîs û Silopiyayê banga li her derê mezinkirina têkoşînê kirin. Siyasetmedarên jin bal kişandin ku di salvegera 9’ê Çile Qetlîama Parîsê de li navçeya Silopiya ya Şirnexê qetilkirina 3 siyasetmedarên jin ên Kurd ne tesaduf e. Ji her çar parçeyê Kurdistanê û derdorên navneteweyî xwestin ku bêdeng nemînin.
Jinên rewşenbîr û siyasetmedar ê Başûrê Kurdistanê têkîldarî qetilkirina Pakîze Nayir, Seve Demîr û Fatma Ûyar ên li Silopiyayê ji aliyê dewleta Tirk hatin qetilkirin ji ANF’ê re axivîn.
AZÎZ: DI ŞEXSÊ JINA KURD DE DIXWAZIN CIVAKÊ TESLÎM WERGIRIN
Endama Dîvana Serokatiya Kongreya Neteweya Kurdistanê (KNK) Pervîn Azîz, qetilkirina 3 siyasetmedarên jin ên Kurd ên li Silopiyayê wek Qetlîama Parîsê, di şexsê jina Kurd de plana teslîm wergirtina civaka Kurd nirxand. Azîz wiha dewam kir: “Di 3. salvegera 9’ê Çile Qetlîama Parîsê de li navçeya Silopiya ya Şirnexê qetilkirina 3 siyasetmedarên jin ên Kurd ne tesaduf e. Di şexsê jina Kurd de divê baş bê zanîn ku planên komployên qirêj ên li dijî gelê Kurd didomin. Dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê polîtîkayên qirkirinê xistiye meriyetê. Li dijî van êrîşana di serî de jina Kurd, gelê Kurd berxwedanek bi heybet raber dike. Dewleta Tirk bi qetilkirina jinên Kurd ên pêşengiya têkoşîna azadiya Kurd dike ve hewld dide gelê Kurd ji têkoşînê qut bike, tasfiye bike.”
‘BÊDENGBÛNA EWROPA HEVPARIYA SÛCÊ YE’
Azîz bi bîr xist ku bêdengbûna civaka navneteweyî û raya giştî li hember qetlîaman, tê wateya hevpariya sûcê, wiha domand: “Eger kesên Qetlîama Parîsê pêk anîn derxistana holê û têkîliyên wan bihata aşkerakirin, îro li dijî dewleta Tirk di serî de Ewropa, civaka navneteweyî bêdeng nedima. Li ser vî esasî Ewropa jî hevparê qirkirina li ser Kurdistanê ye.”
‘DEWLETA TIRK JI VÊ BÊDENGBÛNÊ CESARETÊ DIGIRE’
Azîz bang li gelê Kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê dijîn kir, got bertekên ne têrker ên li Kurdistanê dewleta Tirk ji bo qetlîamên nû bi cesaret dike. Azîz wiha pê de çû: “Ji civaka Kurd a çar parçe Kurdistanê jî li hember van polîtîkayên qetlîamê zêde deng dernakeve. Li hember van qetlîamên li Bakurê Kurdistanê dengê xwe bilindkirin wezîfeya me ya neteweyî û welatparêziye. Beriya her tiştî erka me ya mirovahiyê ye. Divê em plana qetlîama Kurdan a ku dewleta Tirk hewl dide bêdengî pêk bîne bigihînin civaka navneteweyî. Pêwîst e tevahî partiyên siyasî yên Kurd li dijî vê plana qetlîamê bikevin nav liv û tevgerê. Divê jiyanek wek ti tişt naqewime neyê jiyîn. Her wiha pêwîst e komaleyên mafên mirovan, rêxistinên jinan li dijî vê qetlîamê bikevin nav tevgerê. Heta ev bêdengbûna neyê şkandin wê qetlîamên li Bakurê Kurdistanê bidome. Dewleta Tirk pêkanîna qetlîaman ji vê bêdengiyê digire.”
ÎBRAHÎM: BERSIVA HERÎ BAŞ MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ YE
Parlamentera Tevgera Goran Evar Îbrahîm jî diyar kir ku dewleta Tirk li ser Bakurê Kurdistanê faşîzmê pêk tîne. Îbrahîm wiha ragihand: “Bersiva herî baş a ji bo dijminênê jinan û zîhniyeta dewleta Tirk a faşîst li her derê mezinkirina têkoşînê ye. Bi zanebûn meşa azadiya jinê dikin hedef. Di heman wexta Qetlîama Parîsê pêkanîn jî bûyereke bi zanebûn e. Ev qetlîam me ji kûranî êşand. Lê tenê xemgînbûyin, şîn girtin têrê nake. Divê li hember wê têkoşîn bê dayin. Dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê faşîzmê pêk tîne. Qetilkirina Kurdan ên mafên xwe yên herî rewa diparêzin, tenê bi zîhniyeta faşîzmê mirov dikare pênase bike.”
Îbrahîm di serî de rêxistinên jin û aktîvîst banga têkoşîna bi qetlîaman li tevahî jinan kir, wiha got: “Roj roja mezinkirina têkoşîna jinê ye. Divê jinên Kurd li her derê bi mezinkirina têkoşînê bersivê bidin vê qetlîamê. Bersiva herî baş a ji bo dijminên jinan û qatilên Kurdan li her derê mezinkirina têkoşînê ye.”
DRAY: LI PARÎS Û SILOPIYAYÊ DI ŞEXSÊ JINAN DE MIROVAHÎ HAT QETILKIRIN
Wezîfedara Perwedeyê ya Zanîngeha Silêmaniyê Şîrîn Dray jî wiha got: “ Di şexsê jinên Kurd de mirovahî tê qetilkirin. Divê vê her kes bizanibe, yên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin ne tenê 3 rêhevalên me yên jin in; li Parîs û Silopiyayê mirovahî hat qetilkirin. Di şexsê jinan de mirovahî tê hedefgirtin. Dewleta Tirk careke din bi hedefgirtina jinan ve nîşan daye ku bê ka çiqasî ji têkoşîna jinan ditirse. Ev, karaktera faşîst û dijminantiya bi Kurdan a AKP’ê dide dest.”
‘NY Û YE JI BER ÇI BÊDENG IN?’
Dray di axaftinên xwe de wiha ji NY û YE re pirsî: “Ji ber çi hûn li hember qetlîamên dewleta Tirk bêdeng dimînin?” Dray axaftina xwe wiha domand: “Lê dema li Sûriyeyê wehşeta DAIŞ’ê hebû tevahî cîhanê bertek nîşan dabû. Ji ber çi li hember dewleta Tirk bêdeng dimînin? Divê her kes vê bipirse û bertekan nîşan bide. NY xwe nûnerê azadiyan dibîne. Wê demê ji bo çi li hember qetlîamên li dijî gelê me bê deng dimîne? Her roj bi qetilkirina jin, zarok, kalan sûcan dikin.”
‘DIVÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ JÎ DENGÊ XWE BILIND BIKE!’
Dray li dijî bêdengiya Başûrê Kurdistanê bertek nîşan da, wiha got: “Ev bêdengî hem li cem gel hem jî li cem hikûmetê heye. Lê diviya li hember vê wehşetê li her derê rabûna ser piyan. Lê divê ev jî bê zanîn, wê êrîş gavên paş de bi me nede avêtin. Li her derê ev têkoşîn wê her biçe mezintir bibe.”