Başaran: Jin wê jiyaneke azad ava bikin
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran destnîşan kir, ku 'cîhaneke jinê' bi berxwedan û têkoşîna hevpar a hemû jinan dikare were avakirin.
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran destnîşan kir, ku 'cîhaneke jinê' bi berxwedan û têkoşîna hevpar a hemû jinan dikare were avakirin.
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran destnîşan kir, ku 'cîhaneke jinê' bi berxwedan û têkoşîna hevpar a hemû jinan dikare were afirandin.
Parlamenter Ayşe Acar Başaran berxwedana jinê ya li hemberî êrîşên dewletê, ji ANF'ê re nirxand.
Başaran da xuyakirin, ku sîstema dewleta Tirk herî zêde ji jinê ditirse, xwe ji jinê vedigire û anî ziman, ev rewş li Meclîsê jî tê dîtin. Başaran da xuyakirin, ku dewlet, jinê weke çîna duyemîn, sêyemîn dibîne û destnîşan kir, ku di encama têkoşîna Tevgera Jinên Kurd de hejmara jinan a li Meclîsê gihaştiye asteke girîng. Başaran da zanîn, wekîlên jin ên li nava AKP û partiyên din nikarin bi vîna xwe tevbigerin û got, "Bi tenê kursiyek ji wan re hatiye dayîn."
'LI CIHEKÎ JIN LÊ NEBE, ŞER LÊ DER DIBE'
Başaran bal kişand ser nêrîn û nêzîkatiya dewletê ya li jinê û got, "Li vî welatî rayedarê herî payebilind Serokkomar e, ku desthilatdarî bi wî re dimeşe. Serokkomar bi awayekî vekirî got, jin û mêr ne weke hev in. Ev yek di bernameya partiya wan û nêrîna wan de jî xwe nîşan dide. Jinan nakin hevparê biryaran. Rêya ewilî ya mêr serî lê dide, şîdet e. Li Meclîsê dema çêkerî û kûrahiya jinê nebe, yekser mêr serî li şîdetê didin."
'DIVÊ JIN LI HER CIHÎ BIN'
Başaran da xuyakirin, ku divê jin li her qadê hebin û destnîşan kirin ku di muzakere û aştiyê de jin hêza esasî ye. Başaran diyar kir, haya desthilatdariya AKP'ê ji vê heye, lewma hewl dide wan bêbandor bike.
'LI QADÊN XWERÊVEBERIYÊ, BERXWEDANA HERÎ MEZIN JI ALIYÊ JINAN VE HAT MEŞANDIN'
Parlamenter Ayşe Acar Başaran got, "Eger li vê xakê wê çareserî pêk were, ev bêyî jinê nabe" û da zanîn, ku divê jinên li nava partiyên din êdî vê rewşê bibînin. Başaran da xuyakirin, ku Kurd ji bo ziman û çanda xwe têdikoşin, lê dema ev têkoşîn qediya, wê têkoşîna jinê neqede.
Başaran da xuyakirin, ku ya 5 hezar sal beriya niha ji jinê hat dizî, divê ji nû ve were bidestxistin û got, "Di pêvajoya xwerêveberiyê de, hedefa destpêkê ya desthilatdariya AKP'ê, jin bû. Ji ber ku li qadên xwerêveberiyê yên herî zêde li ber xwe dan jin bûn. Jinan li hemberî tank û topan dengê xwe bilind kirin, mal û kolanên xwe neterikandin û têkoşiyan. Gelek lehengên bênav niha li Şirnexê, li Nisêbînê bi xwedîderketina li mal û xaka xwe, têkoşîna xwe didomînin. Desthilatdariya AKP'ê xwest li polîtîkayên salên 90'î vegere. Xwest careke din jinan ji cih û warên wan bike. Lê li hemberî van, jinan bi xurtî li ber xwe dan, li ber xwe didin."
'BENDEWARIYA AKP'Ê EHMEQÎ YE'
Başaran diyar kir, wê jinên li Hezexê li ber xirbeyên xwe nobed digirtin dîtiye û destnîşan kir, ku jin xaka xwe naterikînin û xwedî li cewhera xwe derdikevin.
Başaran got, "Ya ku AKP dixwaze pêk bîne, rêbazên nehatine ceribandin nîne. Şaşîtiya xwe ya herî mezin ev e û haya xwe ji vê nîne. Timî heman tiştî dike û li benda encameke cuda ye. Ev yek jî weke ehmeqiyê tê dîtin."
TÊKOŞÎNA HEVPAR A JINÊ
Başaran ji jinan xwest, ku dev ji bawerî û bîrdoziyên xwe bernedin û bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinê ya hevpar.
Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran di dawiya axaftina xwe de got, ew bawer e jin wê 'jiyaneke jinê' ya azad ava bikin.