'Azadî bi civandina li dora Rêbertî dibe'

Endamên Tevgera Jinên Azad a Kurd nerazîbûn nîşanî tecrîda şidandî dan û gotin, "Berdêla xwe çi dibe bila bibe, jiyana bê Rêbertî ji bo me alternatîfek nîne."

Endamên Tevgera Jinên Azad a Kurd, tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re nirxandin.

Ji Tîrmeha 2011'an û vir ve parêzer nikarin Ocalan bibînin. Ji Nîsana 2015'an û vir ve jî hemû rêyên têkiliya bi derve re hatine birîn.

GOYÎ: YEKANE RÊYA RIZGARIYÊ, FELSEFEYA RÊBER APO YE

Adar Goyî da xuyakirin, ku azadiya Rêberê Gelê Kurd sedema hebûna gel û tevgera azadiyê ya Kurd e. Goyî got, "Yekane tişta dikare gelê Kurd ji komkujî û tinebûnê rizgar bike, azadiya Rêberê me ye. Ji bo azadiya Rêberê me, berdêla xwe çi dibe bila bibe, têkoşîn tê meşandin, wê bê meşandin. Di felsefeya Rêbertî de berdêla hebûnê ti carî nebûye mirin an jî tinebûn. Lê belê, ji bo azadiya Rêber Apo ku sedema me ya jiyanê ye, em her tim ji bo dayîna vê berdêlê jî amade bûn. Ji niha û pê ve jî em ê amade bin." Goyî da xuyakirin, ku rizgariya gelên bindest ji jiyana kapîtalîst, bi azadiya Rêber Apo dibe û got, "Ev rastî li pêş çavên cîhanê ye."

Goyî ragihand, êrîşên li hemberî Ocalan û yên li hemberî gel û jinên Kurd bi heman armancê ne û got, "Ji bo jiyaneke azad, divê em di her kêlî, her saet û her rojê de têkoşîna xwe ya li dijî êrîşan mezin bikin. Girîng e em zanibin, jiyana azad bi azadiya Rêber Apo dibe. Azadî jî bi têkoşîneke mezin bi dest dikeve."

'EM Ê TI CARÎ DEST JÊ BERNEDIN'

Adar Goyî diyar kir, yekane felsefeya ne tenê gelê Kurd, hemû gelan azad bike, felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û destnîşankir, ku jiyanek bêyî Ocalan ji bo wan ti carî nebû alternatîfek jiyanê, wê ji niha û pê ve jî nebe. Goyî da zanîn, ji bo azadiya Ocalan em ji dayîna her şêwe berdêlan amade ne û ti carî ji têkoşîna xwe ya azadiyê venagerin.

EFRÎN: DIVÊ EM HER KÊLIYÊ FEDAYÎ AZADIYÊ BIKIN'

Avaşîn Efrîn işaret bi destketiyên mezin ên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê kir û got, "Bêguman di bingeha van destketiyan de daxwaza û hesreta gelê Kurd a ji bo azadiyê heye. Ev axa bi hesreta azadiyê, bi xwîna gelek ciwanan hat avdan. Rêberê me jî destnîşan dike; 'Eger azadî tiştekî ewçend hêsan bûya, Bêrîvan û Ronahiyan xwe nedişewitandin. Hevrê Bêrîtan ji bo nekeve destê dijmin xwe ji zinaran nedavêt. Hevrê Zîlan bedena xwe nedikir bombe û nediteqand.' Hevrê Zinar, Eylem, Dîrok û Doga ku ruhê fedayî yê dema dawî ne, mînakên şênber ên vê rastiyê ne. Gelê Kurd ti carî koledarî qebûl nekir, wê qebûl neke. Ji ber ku gelê Kurd her tim ji bo jiyaneke bi rûmet ketiye nava hewldanan."

'RÊBERÊ ME EM HÎNÎ AZADIYÊ KIR'

Efrîn da xuyakirin, tecrîda li ser Rêberê wan bi ti awayî ne ya qebûlkirinê ye û destnîşan kir, ku ew ê vê ti carî qebûl nekin. Efrîn got, "Weke milîtanên vê tevgerê, em ê heta nefesa xwe ya dawî têbikoşin. Yê ku azadî hînî me kir Rêberê me ye. Bi vê ve civaka Kurd ji nû ve rakir ser piyan. Ji ber vê yekê em dibêjin, Rêber Apo ne şexsek e; civakek e, mirovahî ye."

'PÊWÎSTE CPT AGAHIYAN PARVE BIKE'

Efrîn di dewama axaftina xwe de bang li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) kir, ku agahiyên li ber destê xwe yên li ser rewşa tenduristiyê ya Ocalan, şert û mercên ew lê tê ragirtin eşkere bike.

Avaşîn Efrîn bibîr xist, ku gelê Kurd rizgariya xwe bi azadiya Ocalan dibîne û ev bang li hêzên navneteweyî kir: "Rêberê me ji bo berjewendî û planên xwe bi kar nînin. Ev hemû hevpariya sûc e. Pêwîste gelê Kurd jî bi vê zanibe; berdêla azadiyê giran e û eger azadiye hebe, ew jî wê bi azadiya Rêbertî pêk were. Şiyara me ya bingehîn, 'ya azadî, ya azadî' ye. Em di vî warî de xwedî biryardariyeke xurt in."

TIL TEMIR: DIVÊ EM KAR Û HEWLDANÊN XWE TÊRKER NEBÎNIN

Viyan Til Temir jî destnîşan kir, ku azadiya Ocalan ji bo wan sedema hebûnê ye û got, "Me bi wî xwe nas kir. Lewma, ji bo azadiya Rêbertî, divê em her kêliyê veguherînin çalakiyê. Çi ciwan çi extiyar divê em li her qada jiyanê felsefe û bîrdoziya Rêbertî bi cih bînin û ji bo wê têbikoşin." Til Temir da xuyakirin, ku divê e kar û çalakiyên xwe ti carî têrker nebînin û got, "Xwestin, bilêvkirin an jî gilî û gazin çareserî nîne. Eger em dixwazin bibin hevrêyên rast ên Rêbertî, di jiyan û têkoşînê de divê em xwe bigihînin kesayetên fedayî.

'DIJMIN WÊ BI SER NEKEVE'

Wê ti carî bingeh û derfet ji bendewariyên dijmin re neyên dayîn. Ew ti carî nikarin têkiliyên me yên bi Rêberê me re qut bikin. Ji ber ku em hebûna xwe di hebûna wî de dibînin û bi saya wî, em bi têkoşîna xwebûyînê de gihaştine vê astê. Dijmin çi dike bila bike, wê nikaribe bi ser bikeve. Gelê Kurd çiqasî li dora armanca azadiya Rêbertî bicive, wê ewqasî azad bibe."