Aysel Dogan: Em ê bi ser bikevin
Koordînasyona KJA, endama Koma Aştiyê û girtiya nexweş Aysel Dogan ziyaret kir. Dogan, xwest ji bo Kobanê û Şengal piştevanî zêde bibe û giraniyê bidin xebatên hilbijartinê.
Koordînasyona KJA, endama Koma Aştiyê û girtiya nexweş Aysel Dogan ziyaret kir. Dogan, xwest ji bo Kobanê û Şengal piştevanî zêde bibe û giraniyê bidin xebatên hilbijartinê.
Koordînasyona KJA, endama Koma Aştiyê û girtiya nexweş Aysel Dogan ziyaret kir. Dogan, xwest ji bo Kobanê û Şengal piştevanî zêde bibe û giraniyê bidin xebatên hilbijartinê. Dogan got ku kampanyaya azadiyê jî ne ji bo wê pêwîst e ji bo tevayî girtiyan bê meşandin.
Wek koordînasyona KJA, Parlamentera Êlihê ya HDP’ê Ayla Akat û Hevşaredara Îpekyolu Aygul Bîdal, Aysel Dogan a nexweşa pençeşêrê û girtiye, li Nexweşxaneya Perwerde û Lêgerînê ya Jinan a Zekaî Tahîr Burak ziyaret kirin.
Piştî hevdîtînê, hat diyarkirin ku moralê Dogan baş e, wê sibe dest bi kemoterapî bike û ji tevayî rêhevalên xwe re serketin xwestiye. Hat ragihandin ku Dogan gotiye, pêwîst e her kes tevlî avaakirina Kobanê bibe û bi jinên ji Şengalê hatine re bikevin nav piştevaniyê.
‘EGER EZ LI DERVE BÛMA JI BO XEBATÊN HILBIJARTINÊ ÇI JI DESTÊ MIN HATIBA MIN Ê KIRIBA!’
Hat diyarkirin ku Dogan wiha gotiye: "Parlamento ji bo me ne xaleke derketinê ye, lê îro çepereke girîng e û divê xebat li ser vê bin. Divê her kes bala xwe bide xebatên hilbijartinan û piştgiriyê bidin hilbijartinan. Ji bo me ji vê deqeyê û pê ve serketin mijareke ku mirov nikare jê bireve. Em ê bixebitin û bi ser bikevin.”
Dogan ji ber hikûmet ji bo girtiyên nexweş ti gavan navêje nerazîbûn nîşan da, ji bo kampanyaya têkildarî wê hatiye destpêkirin jî got ku pêwîst e ne tenê ji bo wê, ji bo tevayî girtiyên nexweş bidome.
'EGER SERERASTKIRIN ÇÊNEBE WÊ ZÊDETIRÎ 500 TABÛTÎ DERKEVIN'
Akat a piştî hevdîtînê daxuyanî da got: “Niha li gor daxuyaniya ÎHD’ê, zêdetirî 500 girtiyên nexweş hene. Ev jî tê vê wateyê ku; eger sererastkirinek çêbibe wê zêdetirî 500 tabûtî ji girtîgehan derkeve. Rêbertî dibêje, ‘Mafê her nexweşekî heye ku xatir ji hezkiriyên xwe bixwaze’, lê ev maf jî nayê naskirin. Di vê mijarê de dewlet bê berpirsyar nêz bibe jî, xizmên girtiyên nexweş berpirsyartî û xwedîderketina dewlet nîşan dide, nîşan didin. Em ê wek KJA van kampanyayan mezin bikin û li ser vî esasî em diyar dikin ku pêwîst e tevayî girtiyên nexweş tavilê bên berdan. Em ji tevayî girtiyên nexweş re şîfaya xêre dixwazin.”