Atolyeya ‘Cinsiyeta civakî’ li Mêrdînê destpê kir

Li Mêrdînê atolyeya bi navê “Bajar û jin, cinsiyeta civakî û plansaziya bajêr” destpê kir.

Li Mêrdînê atolyeya bi navê “Bajar û jin, cinsiyeta civakî û plansaziya bajêr” destpê kir.

Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê atolyeya bi navê “Bajar û jin, cinsiyeta civakî û plansaziya bajêr” da destpêkirin. Wê xebat 3 rojan bidome.

Sosyolog û Terapîsta Pispor a Zanîngeha Bremen Jacobs a Elmanya Dîren Yeşîl û Sosyologa Pispor Ozden Melîs Ûgûr ku perwerdeyê didin, Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Mêrdînê Mekiye Guzel û xebatkarên şaredariyê jî amade bûn.

Beriya xebata atolyeyê Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Mêrdînê Mekiye Guzel axaftineke kurt kir. Guzel got: “Pêwîst e êdî em qadên ku jin ne tenê li malan li her cihî rehet bikin ava bikin. Ev wezîfe dikeve ser milê şaredariyan."

Piştî Guzel, Sosyolog û Terapîsta Pispor a Zanîngeha Bremen Jacobs a Elmanya Dîren Yeşîl û Sosyologa Pispor Ozden Melîs Ûgûr li dû hevdu naskirinê der barê xebatên atolyeyê de agahî dan. Xebata atolyeyê bi mijara “Cinsiyet û cinsiyeta civakî” destpê kir.

Xebata atolyeyê roja duyemîn wê bi "Bajar û xwezaya cinsiyetperest a bajar a jin", roja sêyemîn jî bi mijara "Plansaziya bajêr û plansaziya bajêr a ji cinsiyeta civakî re hişyar” bi dawî bibe. 

...