Li Şirnexê piştî qedexeya derketina derve ya 14'ê Adarê hatiye îlankirin bi hezaran welatiyên bajêr bi zorê hatin koçberkirin. Dewleta ku ev 233 roj in qedexe îlankirin di vê pêvajoyê de bajarê Şirnexê ji sedî 70'ê hilweşand. Li Şirnexê yek ji cihên ku hatiye hilweşandin dirûngeha jina ciwan a bi navê Besna Atan e. Atan a ku firoşgeh û mala wê ji aliyê dewletê ve hat xerakirin bi malbata xwe re li bajarokê Dêrgulê yê Şirnex bi cih bûyê li vir jî dest ji karê xwe berneda. Bi derfetên xwe yên kêm dîsa firoşgeha xwe vekir û karê xwe yê dirûtinê berdewam dike. Atan di firoşgeha xwe de hem karê dirûtinê dike hem jî cil û bergên ku bi dest xwe çêkirina difişore.
'EM TI CARÎ DEST JI AXA XWE BERNADIN'
Atan diyar kir, tevî ku tenê guleyek jî li firoşgeha wê neketiye lê dîsa jî hatiye hilweşandin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Dema mirov karê xwe bike ev yek xweştir e. Dema min dest bi vî karî kir derfetên min pir kêm bûn û niha ez ne hewceyî ti kesê me. Min ne xwest ez hertim hewceyê zilamekî bimînim û min dest bi xebatê kir. Mal û firoşgeha min a li taxa Bahçelîevler a Şirnex bû ji aliyê dewletê ve hatin xerakirin. Tevî ku mal û firoşgeha min yek gule jî lê neketibûn jî ji aliyê dewletê ve hatin xirakirin."
Atan herî dawî got, dewlet di polîtîkayên xwe yên koçberkirinê de bi ser nakeve û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li binê konan jî be em dixwazin li ser axa xwe bimînin. Armanca wan ew e ku me bidin koçberkirinê. Lê çi dibe bila bibe em ê konên xwe û cihên xwe yên kar li Şirnexê vekin û em naçin metropolên Tirkiyiyê. Pêwîst e demek ji dema din zûtir dewlet dev ji van polîtîkayên xwe berde. Ji ber ku dewlet bi ser naveke. Em çiqas koçber bibin jî em ê cardin vegerin ser axa xwe. Em ti carî dest ji axa xwe bernadin."