Ata: Rojeva me ya bingehîn azadiya Rêbertî ye
Berdevka Koordînasyona KJA'yê Ayla Akat Ata got, "Rojeva me ya bingehîn azadiay Rêbertî û daxwaza statuyê ye."
Berdevka Koordînasyona KJA'yê Ayla Akat Ata got, "Rojeva me ya bingehîn azadiay Rêbertî û daxwaza statuyê ye."
Bi pêşengiya Komîsyona Siyasetê ya Kongreya Jinên Azad (KJA), li Navenda Çandê ya Cegerxwîn a li Amedê civînek hat lidarxistin.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag, parlementerên jin ên HDP'ê, rêveber û endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) û hevşaredarên DBP'yî tevlî civînê bûn.
Di destpêkê de Berdevka Koordînasyona KJA'ê Ayla Akat Ata axivî û diyar kir ku cihê jin lê winda bike û civak li cem desthilatdaran cih bigire, wê pêşketin lê nebe.
Ata rewşa siyasî ya li Tirkiyeyê nirxand û got: "Li Tirkiyeyê hebûna siyaset û demokrasiyê her tê nîqaşkirin. Ji bo tu li Tirkiyeyê siyasetê bimeşîne, divê ya rewşa te ya aboriyê baş be, yan di qedemeyên burokrasiyê de cih bigire, yan jî xwe bispêre ol. Di van hemûyan de jî cihê jinê tine bû, heta ku jinên kurd bingeha paradîgmaya ekolojîk û demokratîk danîn. Ev sîstem neçare bê nîqaşkirin û guherandin."
Ata anî ziman, eger ew bipirsin bê jina rêxistiniyî di siyasetê de çi guherandiye, ew dikarin dengê jineke ku di salên 1991'ê de li meclîsê bilind bûyî mînak bidin û wiha axivî: "Dengê demokrasî û wekheviyê yê ku jinekê bilind kir, niha jî 22 jin bilind dikin. Û nerazîbûna wê demê li hemberî dengê wê jinê hat nîşandan, niha jî bi rakirina destnedan û bicihkirina qeyûman li hemberî jinên din jî bilind bibe. Em ê li hemberî êrîşên hişmendiya serdest a mêrî bibin yek."
Ata dest nîşan kir ku hişmendiya nexweş a dewletê xwe bi qeyûman derxist holê, her ku ew bi serbikevin wê xeta wan a azadiyê bi civakê re bibe yek û wiha pê de çû: "Şaredarî ne wekî ku AKP difikire ye, ne şîrket in, ew vîna gel in."
Ata da xuyakirin, ku wan di hilbijratinên 7'ê Hezîrana 2015'an de serketineke bi dest xist, benda darbeyê hilweşand û serkeftina HDP'ê dewlet tirsand û wiha got: "Ev bi salane ku dewlet xwesteka jiyîna gelan a bi hev re krîmînalîze dike, lê di xwezaya civak û jinê de guherîn, di jiyîna bi hev re de şoreşgerî û demokrasî heye. Armanca bingehîn a qeyûm û betalkirina destnedanê parçekirina civak û gelan e."
Ata da zanîn ku dewlet dixwaze bi gel bide bawerkirin, eger pergala serokatiyê neyê wê qeyranek xwe bide der, lê pirsgirêka sereke pirsgirêka Kurd e û wê ew wek jinên KJA'yî pespektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her qadên jiyanê bisepînin. Ala anî ziman ku wê li hemberî hişmendiya tarî ya zilamê serdest, azadiyê esas bigirin û wiha got, "Rojeva me ya bingehîn azadiya Rêbertî û daxwaza statuyê ye."
Piştî axaftinê, civîn li çapemeniyê girtî dewam kir.