Asyaya Rojava û Afrîkaya Bakur piştgirî dan Pexşan Ezîzî

Tora Hevgirtina Jinan a Asyaya Rojava (WANA) û Tora Piştevaniyê ya Afrîkaya Bakur (WWSN), ji bo rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî ya ku Îranê derbarê wê de biryara darvekirinê dayî bangawazî kirin.

Tora Hevgirtina Jinan, ji bo rojnamevan û parêzvana mafên mirovan Pexşan Ezîzî ya ku ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve cezayê wê yê darvekirinê hat erêkirin, banga çalakiyên lezgîn kir. 

Daxuyanî wiha ye: “Em wek endamên Tora Hevgirtina Jinan WANA’yê, bangawaziya çalakiyên lezgîn li civaka navneteweyî, hikûmetan, rêxistinên mafên mirovan û parêzvanên mafên mirovan dikin ku darvekirina Pexşan Ezîzî ku xebatkareke wêrek a alîkariya mirovî û aktîvîsta mafên mirovan e bidin sekinandin. Dadgeha Bilind a Îranê Cezayê darvekirinê erê kir û dibe ku ji nişkê ve bê sepandin.”

Berdewama daxuyaniyê wiha ye: “Pexşan Ezîzî, di hemû jiyana xwe de parêzvaniya jinan kir, li dijî newekheviyê têkoşiya û şerê edaleta civakî da. Dilsoziya wê ya xurt a ji bo mafên mirovan ji bo gelek kesan hêvî. Darvekirina wê ne tenê dê bibe bêedaletiyeke dijwar, di heman demê de li Îranê dê dengê pêşketin û wekheviyê jî qut bike.”

Tora Hevgirtina Jinan WANA’yê anî ziman ku “Ji bo bêdengkirina aktîvîstên wekî Pexşan Ezîzî bikaranîna cezayê darvekirinê, bi awayekî eşkere binpêkirina mafên mirovan ên bingehîn û ji bo mirovahiyê lekeyeke mezin e.” û wiha dewam kir: Ji bo rêlibergirtina vê bêedaletiya bêveger divê em demildest rabin ser piyan. Em bangî hemû kesên ku doza edalet û mafên mirovan didin, hemû sazî û dezgehan dikin ku ji bo şermezarkirina vê bêedaletiyê beşdarî me bibin. Em bi Pexşan Ezîzî, malbat û civaka wê re di nav piştgiriyê de bin û daxwaza betalkirina biryara darvekirinê bidin. Wext gelek girîng e. Divê em bi hev re careke din nirxê jiyanê pesend bikin û bi eşkereyî nîşan bidin ku wê dinya ji ber cesaret û mafparêziya aktîvîstên jin li dijî hedefgirtina wan bêdeng nemîne. Ji bo rêlibergirtina vê trajediyê û ji bo ku deng û jiyana Pexşan Ezîzî ji bo nifşên nû jî bibe hêvî em bibin yek.”