Amadekariyên ji bo 3. Festîvala Sakîne Cansiz destpê kirin
Festîvala Sakîne Cansiz a her sal li Swîsreyê tê lidarxistin, îsal cara sêyemîn pêk tê. Festîvala îsal wê di 12'ê Hezîranê de li Baselê pêk were.
Festîvala Sakîne Cansiz a her sal li Swîsreyê tê lidarxistin, îsal cara sêyemîn pêk tê. Festîvala îsal wê di 12'ê Hezîranê de li Baselê pêk were.
Ji bo 3. Festîvala Sakîne Cansiz a 12'ê Hezîranê li Baselê were lidarxistin, daliqandina afîşan û firotina bilêtan destpê kir.
Di bernameya festîvala îsal de Ayfer Duztaş, Ozlem Baglayan, Serenat Ezgîcan, Mabaht, Koroya Zimanê Kurdî ya Zarokan, Koroya Jinên Baselê û Koma Govendê cih digirin.
Festîval wê îsal li Basel Claramatte bê liarxistin û mîna her sal tê payîn tevlîbûneke girseyî ya jinan çêbibe.