Aktîvîteyên 8’ê Adarê didomin
Li Şirnex, Stenbol, Sêrt, Çewlik û Meletiyê aktîvîteyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin. Li Stenbol, Çewlik û Meletiyê panel hebûn, li navçeya Dihê ya Sêrtê jî meşa jinan hat astengkirin.
Li Şirnex, Stenbol, Sêrt, Çewlik û Meletiyê aktîvîteyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin. Li Stenbol, Çewlik û Meletiyê panel hebûn, li navçeya Dihê ya Sêrtê jî meşa jinan hat astengkirin.
Li Şirnex, Stenbol, Sêrt, Çewlik û Meletiyê aktîvîteyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin. Li Stenbol, Çewlik û Meletiyê panel hebûn, li navçeya Dihê ya Sêrtê jî meşa jinan hat astengkirin.
ŞIRNEX
Di çalakiya 8'ê Adarê ya Şirnexê de siyasetmedarên kurd ên jin ku li Sîlopyayê hatin qetilkirin Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar hatin bibîranîn. Li taxa Gabarê 3 jinên siyasetmedar bi bernameya şanoyê hat bibîranîn. Şano bi banga bilindkirina berxwedanê ya 3 jinên siyasetmedar hat nîşan dan. Li ser mijara şanoyê temaşevan hestiyar bûn.Aktîvîsta KJA’yê Saadet Îdîn di bernameyê de diyar kir ku polîtîkayên dewletê ya li hemberê jinan bê encam maye û jin dê berxwedana xwe bi biryar bimeşênin.Bername bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.
STENBOL
Jîneolojiya Stenbolê û Koordînasyona Stenbolê ya KJA di çarçoveya aktîvîteyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li avahiya HDP’ê ya Kadikoyê panel li dar xist. Axaftina vekirina panelê endama Koordînasyona KJA’yê Ayşe Berktay kir, li ser dîroka 8’ê Adarê axivî. Berktay wiha got: “Di vê 8’ê Adarê de em ê gotina xwe jî tevlî berxwedana li Kurdistanê bikin û her derê veguherînin qada têkoşînê.”
Her wiha Berktay bi kurtasî behsa kovara Jîneolojî a wê 8’ê Adarê bê weşandin jî kir, destnîşan kir ku kovar ji bo vegotina zanista jinê girîng e.
Piştî Berktay, ji Jîneolojiya Stenbolê Şeyma Kantarci axivî, anî ziman ku kovara Jineolojiyê ji Kurdistanê heta Amerîkaya Latîn, dîyarî tevahî jinên berxwedêr dikin.
SÊRT
Hevbirên KJA, li ber avahiya DBP’ê ya Navçeya Dihê ya Sêrtê kom bûn. Jinan pankarta, “Jin ji bo Rêbertî û azadiya xwe li ber xwe didin” vekirin û hewl dan bi erbaneyan heta avahiya kevn a DBP’a navçeyê bimeşin. Leşker û polîsên derdor girtibûn, destûra meşê nedan. Jinan dest bi çalakiya rûniştinê kirin, biç epik û tîlîliyan helwesta polîs û leşkeran protesto kirin. Li vir Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Dihê Gurbet Oktay axivî, got li navçeyê ji bo ti aktîvîteyên jinan destûrê nadin. Oktay helwesta Walîtiyê ya li hember jinan şermezar kir, diyar kir ku wê li hember polîtîkayên bi zîhniyeta zilam re heta dawî têbikoşin.
ÇEWLIK
Li Çewlikê hevbirên KJA’yê bi navê “Bi Jina Azad re Ber Bi Neteweya Demokratîk” panel li dar xistin. Beriya panela li Navenda Çandê ya Şaredariya Çewlikê, polîsan bi seyan li salonê geriyan. Piştre jinan li tevahî salonê geriyan, tedbîrên xwe girtin. Di panela ku bi rêzgirtinê destpê kir de, sînevîzyon hat temaşekirin.
Piştre Hevseroka HDP’ê ya Çewlikê Zerrîn Berdîbek axivî, destnîşan kir kul i hember faşîzma AKP û Qesrê, divê berxwedan bê mezinkirin. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê û Hevberdevka Kongreya Îslama Demokratîk Huda Kaya jî diyar kir ku êdî nikarin di jiyana asayî de bibêjin ‘em baş in’. Kaya bi bîr xist ku gelê Tirk ne di ferqa kiryarên li ser gelê Kurd e, destnîşan kir ku piştî her tiştî wateya xwe winda kir wê êdî wateya ti tiştên din nemîne.
Kaya herî dawî wiha got: “Roj wê were, rojavayê Tirkiyeyê wê vê şermê bijî.”
MELETÎ
Jinên HDP’yî yên li Taxa Oren a navçeya Argan kom bûn, civîna piştgiriyê pêk anîn.
Di civînê de Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Çirmikê Sîbel Yaylagul axivî, behsa têkoşîna jinê kir, diyar kir ku wê vê têkoşînê bi mezinkirinê bidomînin.