Aktîvîstên KJA li Amed, Sêrt û Agirî ji bo Ferînaz daketin qadan

Aktîvîstên KJA li gelek navendan ji bo Ferînaz Xosrawanî daketin qadan û banga xwedîderketin û mezinkirina îsyana di kesayetiya Xosrawanî de li bajarê Mahabadê derketiye holê, kirin.

Aktîvîstên KJA li gelek navendan ji bo Ferînaz Xosrawanî daketin qadan û banga xwedîderketin û mezinkirina îsyana di kesayetiya Xosrawanî de li bajarê Mahabadê derketiye holê, kirin.

Jina ciwan a Kurd Ferînaz Xosrawanî ya ku li Otela Tara ya Mahabadê cihê lê kar dikir ji bo li tecawiza endamên îstîxbarata Îranê rast neyê xwe ji qatê 4'an avêt û jiyana xwe ji dest da, şewitandina otelê piştî vê bûyerê û îsyana gelê Kurd a li hemberî rejîma Îranê, li gelemperiya Kurdistanê deng veda. Aktîvîstên Kongreya Jinên Azad (KJA) bi armanca şermezarkirina rejîma Îranê û destekkirina îsyana li Rojhilatê Kurdistanê daketin qadan.

Li ber AZC Plaza ya semta Ofîs a Amedê bi pêşengiya aktîvîstên KJA, daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniya ku namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî lê amade bûn de, bûyer hat şermezarkirin. Yuksel Acar daxuyanî li vir xwend û got, "Li Mahabadê di şexsê Ferînaz Xosrawanî de hewldana tecawizê li tevahiya xak, ziman, çand û hebûna gelê Kurd û Kurdistanê hatiye kirin." Di daxuyaniyê de bûyer bi tundî hat şermezarkirin û hat xwestin kud awî li êrîşên bi vî rengî were anîn û endamên îstîxbaratê yên tecawizkar û xwediyê otelê Nadir Molûdî werin cezakirin.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku Ferînaz û gelê Kurd îsyanek li hemberî Îranê ye û got, "Em ê xwedî li îsyana Ferînaz derkevin û îsyanê mezin bikin." Li dû daxuyaniyê çalakiya rûniştinê ji bo 5 deqeyan hat lidarxistin û jin dûre belav bûn.

SÊRT

Aktîvîstên KJA'yê ji bo Ferînaz Xosrawanî li Sêrtê li ber buroya hilbijartinê ya HDP'ê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di dema dayîna daxuyaniyê de tevî namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Sêrtê, nûnerên saziyên civakî û Hevşaredar bi sedan kes amade bûn. Endama Konseya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Vetha Aydin di daxuyaniya li vir de bibîr xist ku dewleta Îranê ev demeke dirêj e li hemberî têkoşîna jiyana azad a civakê îdam xistiye dewrê û got, "Vê rejîma tarî û qirêj duh li bajarê Mahabadê êrîşek li hemberî rûmeta jin û gelê Kurd pêk aniye. Ev êrîşa di kesayetiya Ferînaz Xosrawanî de i hemberî rûmeta me hat kirin, li Mahabadê veguheriye îsyanê. Ev nerazîbûn li bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê jî belav dibe." Aydin berxwedana Ferînaz Xosrawanî ya teslîm nebû silav kir û bang li tevahiya raya giştî ya cîhanê û gelan kir ku li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin.

AGIRÎ

Navendeke din a nerazîbûn lê hat nîşandan navçeya Agirî Bazidê bû. Li navçeyê endamên Navenda Piştevaniya Jinê ya Sema Yuce li taxa Buyuk Agiri daxuyaniyek dan çapemeniyê Ozlem Arici di daxuyaniya li vir de nerazîbûn nîşanî cînayetê da û banga xwedîderketina li Xosrawanî li hemû rêxistinên jinan kir.