NÛ BÛ-Aktivîsta TJA’yê  Ata hate girtin

Aktivîsta TJA’yê Ayla Akat Ata ku duh li Amedê hatibû binçavkirin, hate girtin.

Duh li Amedê aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û Parlamentera Êlih ya HDP’ê ya berê Ayla Akat Ata hatibû binçavkirin, hate girtin.

Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û Wekîla HDP'ê ya berê ya Êlihê Ayla Akat Ata, di 12'ê Tîrmeha 2015'an de li gundê Gundikê navçeya Golê ya Erdexanê tev li merasîma cenazeyê Kamber Morkç (70) bûbû, ji ber axaftinên di merasîma cenazeyan de kiribû hat girtin. Kamber Morkoç ê çûbûn qadê seyranê, leşkeran mînîbûsa wan gulebaran kiribû û jiyana xwe ji dest dabû. Ayla Akat Ata ya tev li merasîma cenaze ya li gund bû û axaftin kir, Serdozgerê Komarê yê Erdexanê der barê Ata de lêpirsîn dabû destpêkirin. Akat Ata duh dema li Amedê ji mala xwe derdiket hat binçavkirin û biribûn Miduryeta Polîsan a Amedê, piştî îfadey di saetên nîvro de ew sewqi Edliyeya Amedê kirin. Akat Ata bi rêya SEGBÎS'ê îfade da dozgerê Erdexanê, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" bi daxwaza girtinê sewqî Dadgerê Cezayê Sulhê ya Nobedar a Erdexanê kirin. 

Akat Ata, piştî bi rêya SEGBÎS'ê îfade da Dadgerê Cezahê Sulhê, bi îdîaya bi gotinên wekî "Bavê gerîla" û "Em kujeran nas dikin", "Propagandaya rêxistinê kiriye" hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê.