BI DÎMEN

AKP hewl dide destketiyên jinan talan bike!

Berdevka Demî ya KJA'yê Ayla Akat Ata got, hikûmeta AKP'ê di bin navê parastina malbatê de hewl dide mafên jinan qezenc kirine ji wan bistîne.

Desthilatdariya AKP'ê bi polîtîkayên xwe yên li hemberî jin û zarokan re, di bin navê parastina hevgirtinê de jinan mehkûmî mirinê, zarokan jî radestî îstîsmarkaran dike. Di nava 14 salên desthilatdariya AKP'ê de bi deh hezaran şîdet bûn hedefa şîdetê û bi hezaran jin bi rengekî hovane hatin qetilkriin.

Berhema herî dawî ya vê polîtîkaya AKP'ê, komîsyona lêkolînê ya meclîsê ye, ku weke 'Komîsyona Hevberdanê' tê binavkirin. Berdevka Demî ya Kongreya Jinên Azad (KJA) Ayla Akat Ata nerazîbûn nîşanî rapora vê komîsyonê da.

Ata diyar kir rapora vê komîsyonê, dûrî pirsgirêk û rastiya jinê ye û got, "Ev komîsyona weke 'Komîsyona Hevberdanê' tê binavkirin, li ser bingeha 'xurtkirina malbatê' dixebite. Bêguman ev manîpulasyon û xapandin ne tenê di navê komîsyonê de heye, naveroka wê jî bi heman rengî ye. Ji ber ku partiyên mûxalefetê yên li meclîsê, bi taybetî jî Koma HDP'ê di mijara hevberdanê bi giranî li ser mijara şîdeta li hemberî jinê radiweste. Lê belê di nava dema xebatê ya vê komîsyonê de mijara ku herî dawî tê bîra wan û tê nîqaşkirin, şîdeta li hemberî jinê ye. Li Tirkiyeyê her roj bi dehan jin ji ber şîdetê tên qetilkirin. Di rewşeke bi vî rengî de, li şûna ku komîsyona lêkolînê ya li meclîsê vê şîdeta li dijî jinê lêkolîn bike, nîqaş dike bê çawa dikare saziya malbatê xurt bike."

Ayla Akat Ata da xuyakirin, ku desthilatdariya AKP'ê ji bo bicihanîna armancên xwe malbatê bi kar tîne û got, "Ya rast, li Tirkiyeyê pirsgirêkeke hevberdanê nîne, ji ber ku rêjeya hevberdanê ya li welatê me, ji hezarî du jî nîne. Û ji sedî 80 ê mirovên hev berdane, careke din dizewicin."

Ata da zanîn, raporên ji aliyê vê komîsyonê ve werin amadekirin, dibe ku sibe bibe naveroka qanûneke gengaz û got, "Bi vê yekê ve hewl tê dayîn destketiyên bi têkoşîna tevgerên jinan hatine bidestxistin, ji dest bên girtin. Mînak; nefeqeya jinên cihê bûne werdigirin, ji bo demekê hatiye diyarkirin. Mêr ne neçar e timî nefeqeyê bide. Di bin navê 'teşwîqa jinê ya ji bo hilberînê' de mêr tê parastin. Wekî din, zewicandina bi tecawizkar re, di Qanûan Ceza ya Tirk a beriya niha de heb^. Lê belê di encama xebateke berfireh a tevgera jinan a navbera 2004-2006'an de, guhertineke nû hat kirin. Di vê guhertinê de jî xala herî girîng, rakirina mijara zewicandina bi tecawizkar re ye. Niha, bi vê komîsyonê ve mijar ji nû ve hat rojevê. Vê jî têrê nakir, guhertineke ku jinan gelekî biçûk dixîne, hat bilêvkirin. Li gorî vê guhertinê, zewaceke serketî ya 4 salan tê xwestin. Serketin; li gorî kê, li gorî çi serketin? Bi pozîsyona jinê ya di nava vê zewacê re wê çawa karibe bibe aliyekî serketî vê yê zewacê? Ji ber ku zewaca bi tecawizkar re ji bo jinê cehenem e. Tevî van hemûyan, mijara parastina jinê heye. Ji bo jin were parastin şert û merc gelekî tên şidandin, delîl tên xwestin, lêkolîn tê xwestin. Ev nêzîkatî bi xwe, jinê radestî mirinê dike."

Akat Ata da xuyakirin, ku ji sedî nod ê jinên dixwazin cihê bibe, mexdûrên şîdeta fîzîkî û derûnî ne û got, "Eger siyaset jinê mehkûmî serîtewandina li ber malê û şîdetê bike, wê demê bîrdoziya siyasete jî ev yek e. Lewma ev rewş bandora xwe li komîsyonên lêkolînê dike û wê sibe jî bandorê li qanûnên gengaz bike."

Ata diyar kir, weke KJA'yê ew ê vê pêvajoyê bişopînin û got, "Pêwîste em destketiyên di encama têkoşîna bi salan de hatine bidestxistin werin mezinkirin."

...