AKP'ê roja 24'ê Tîrmehê dest bi qedandina xwe kir

Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Peyman Bagok got, bi bomberdûmana 24'ê Tîrmeha 2015'an re AKP'ê dest bi qedandina xwe kiriye.

AKP'ê bi êrîşên balafirên şer ên 25'ê Tîrmeha 2015'an re ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê kir, pêvajoya ku sala 2013'an bi hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir qedand û Tirkiye ji nû ve xiste nava şer.

Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Peyman Bagok mijar ji ANF'ê re nirxand. Bagok bibîr xist, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sala 2013'an pêvajoyek da destpêkirin û ji bo bicihhatina vê pêvajoya bi armanca Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana Azad, li ser daxwaza Rêberê Gelê Kurd Oclaan biryara girbestê hate dayin.

Bagok da zanîn, ku bi ragihandina agirbestê re ji bo çareseriya meseleya Kurd mase hate danîn, lê belê di nava aliyê Tirkan de gelek kesên ku dixwestin pêvajoyê sabote bikin hebûn. Bagok anî ziman, ku Ocalan ev hêz weke 'dewleta kûr' bi nav kir û got, "Tevî biryara sala 2013'an jî hin êrîş hatin kirin, qereqol, kalekol hatin çêkirin, hejmara wan hate zêdekirin. Bi van hewldanan re tevgera me dît ku niyeta hikumetê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkê nîne. Bi amadekarî û pratîkên xwe, her wiha bi êrîşên 24'ê Tîrmehê re zelal bû ku niyeteke AKP'ê ya jib o çareseriyê nîne."

AKP Û DAIŞ YEK E

Bagok diyar kir, dewleta Tirk amadekariyên xwe yên ji bo şer nesekinand, hejmara cerdevanên li Bakurê Kurdistanê zêde kir, ji bo têkiliya navbera hêzên gerîla yên li Başûr û Bakurê Kurdistanê bibire çi ji destê wan hat kir.

Bagok ragihand, di êrîşa 2014'an a li dijî Şengalê û êrîşên piştî wê li Kobanê hatin kirin de, dijminatiya AKP'ê ya li Kurdan hebû û wiha dewam kir: "Ji ber vê yekê em dibêjin AKP û DAIŞ yek e. Gelek dewletan ev heza çete ava kirin, lê belê paşmêrê herî girêdayî yê vê koma çete AKP bû. Ev yek dihat wateya destpêkirina şerê dijber li Rojhilata Navîn. Di rewş û cihekî de ku ti hêz li ber DAIŞ'ê nekarî bisekine, nekarî şer bike, yekane hêza ku DAIŞ sekinand PKK û Kurd bûn."

Peyman Bagok da xuyakirin, ku AKP a ji nû ve dest bi şer kir, biryara xwe ya şer zûdeyî, yanî di civîna Desteya Ewlekariya Milî ya 30'ê Cotmeha 2014'an de da bû û got, "Amerîkayê jî piştgirî dida vê biryarê. Lê belê li benda hilbijartinê bûn. AKP'ê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de encama li bendê bû bi dest nexist, di hilbijartinê de têk çû. Me zanîbû, eger di 7'ê Hezîranê de encama dixwest bi dest bixista, wê yekser rojek piştî hilbijartinê êrîşî tevgera me û gelê me bikira. Amadekarî ji bo vê kiribû. 24'ê Tîrmeha 2015'an hem êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê, hem jî hêzên me yên li Bakur kir. Armanc ji vê çi bû? Qedandina Kurdan, tasfiyekirina Kurdan bû. Lê niha tê dîtin ku tevgera PKK'ê têk neçû, hê xurt bû."

BI HEZARAN ÇIYAGER HATIN

Fermandara YJA Starê Peyman Bagok diyar kir, ku Erdogan ne li benda şerê bajaran ê salên 2015 û 2016'an bû û wiha dewam kir: "Di vê demê de bi şiyara Xweseriya Demokratîk gel xwe bi rêxistin kir û bi pêşengiya YPS û YPS-Jinê dest bi şerê bajaran kir. Ya rast di vî şerê bajaran de hikumet têk çû. Ji ber ku gel piştgiriyeke gelekî xurt dida. Mirovên demokrat hebûn ku li pişta PKK'ê bûn. Êdî di nava gelê Tirk de hişmendiyeke bi vî rengî afirî bû. Tevî hemû propagandayên şerê taybet ê AKP'ê jî dihate dîtin ku PKK mafên gel û rastiyê diparêze. Gelê Tirk ev dît. Di berxwedanên bajaran ên bi pêşengiya Çiyageran, Zeryanan, Xebatkaran de, hêzên herî taybet ên Hêzên Çekdar ên Tirk hatin tinekirin. Berxwedana Nisêbînê ya bi pêşengiya heval Evîn û heval Xebatkar, nedihişt ku polîsên dijmin êdî karibin xwe bigihînin wê derê. Artêşa xwe ya bijarte xistin dewrê û hewl dan bi tankan bikevin nava bajêr. Li Nisêbînê sendromek jiyan. Vê yekê hikumeta AKP'ê tirsand. Li Cizîrê bi pêşengiya Şehîd Mehmet Tûnç berxwedaneke mezin hate kirin. Gelê me li jêrzemînan hate kuştin. Vê yekê hê bêhtir rê li ber hêrs û tolhildanê vekir."

Bagok destnîşan kir, ku Çiyagerek çû, bi hezaran Çiyager hatin, Zeryanek çû bi hezaran Zeryan hat û got, "Ya ku ew li bendê bûn pêk nehat, rewşeke berevajî derkete holê. Hêrs, tolhildan û berxwedan mezintir bû. Gel rastî dît." Bagok anî ziman, ku her kesî dît hikumet têk çûye.

Bagok di dewama axaftina xwe de ragihand, ku li dijî êrîşên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê, gerîla bi çalakiyên xwe yên ji taktîkên dewlemend bersiv dan û got, "Di nava gerîla de ruhekî xurt ê fedayî afirî. Hevala Zinarîn, heval Doga asta vê hêrsa ciwanên Kurd raxistin pêş çavan. Ciwanan ref bi ref berê xwe dan qadên gerîla."

AKP BI XWE TÊK ÇÛ

Li ser plana 'têkbirina PKK'ê' ku AKP'ê di nava salê de gelek caran anî ziman, Peyman Bagok ev nirxandin kir: "AKP bi xwe têk çû. Ya ku hebûna xwe dispartê faşîzanî bû. Armanca xwe qedandina Kurdan bû. Ji ber vê yekê ji sala 2015'an û vir ve hemû razemeniyên xwe li ser şer kir. Kontrayên xwe yên herî xwînmêj berê wan da Kurdistanê, bi hemû teknîka xwe êrîş kir û hemû leşkerên xwe şand şerê li çiyê. Encam, neserketin e. AKP têk çû û winda kir. AKP'ê 24'ê Tîrmehê dest bi qedandina xwe kir. AKP êdî çi dike bila bike, textê wê dileqe. Em hêza gerîla, bi çalakiyên xwe yên berfireh hê bêhtir vî textî bileqînin."