ADKH: Em dakevin qadan û xwedî li Farqînê derkevin

ADKH'ê nerazîbûneke tund nîşanî terora dewletê ya li Farqînê da û banga xwedîderketina li Farqînê kir.

Tevgera Jinên Demokratîk li Ewropayê (ADKH), li ser terora dewletê ya li navçeya Amed Farqînê dimeîne, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "AKP a faşîst, ku di hilbijartinên dubarekirî yên 1'e Mijdarê de bi zorê bi tena serê xwe bû desthilatdar, hêrsa xwe ya 7'ê Hezîranê, ji 1'ê Mijdarê û pê ve jî ji sindoqê heta darbestê didomîne."

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di nava hefteyekê de li Farqînê 6 kes ji aliyê hêzên çekdar ên dewletê ve hatine qetilkirin û hat ragihandin, ku Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê gefa jêbirina 3 taxên Farqînê ji nexşeyê xwariye.

ADKH'ê da zanîn ku gelê ji bo destekkirina Farqîn û Cizîrê li Wanê meşiya, rastî gulebarana çekdarên dewletê hat.

'LI HER DERÊ EM DAKEVIN QADAN Û XWEDÎ LI FARQÎNÊ DERKEVIN'

Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin: "Weke Tevgera Jinên Demokratîk li Ewropayê, em dibêjin; zilma we çiqasî zêde bibe, azadiya me jî wê ji sibe nêzîktir bibe. Em bang dikin ku li her cihê lê ne dakevin qadan, rûyê faşîst ê dewletê bêhtir teşhîr bikin, li dijî qedexe û ambargoya li Tirkiye-Bakurê Kurdistanê biherikin kolanan û xwedî li Farqînê derkevin."