Di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurd Sakîne Cansiz (Sara) li gel du hevrêyên xwe Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve di encama sûîqestekê de hatin qetilkirin. Ji hevrêyên Sakîne Cansiz Şiyar Dersim ji ANF'ê re axivî û qala feraseta hevrêtiyê, kesayetiya şoreşgerî û sekna îdeolojîk a Sakîne Cansiz kir.
Şiyar Dersim anî ziman ku wî di sala 2003'an de Sakîne Cansiz nas kir, lê têkoşîna wê beriya bi salan ji dîroka partiyê, berxwedana zindanan nas kiribû û got, "Sekna wê ya li berxwedana li zindanê, nêzîkatiya wê ya li hevrêyên xwe timî dihate vegotin. Beşa ku jin lê bûn li gorî beşa mêr lê bûn hîn bêhtir zehmet bû. Sekna hevala Sara ya di nava van şert û mercên giran de li hişê mirovan neqişî bû."
'HEVALA SARA ŞOREŞGEREK DI ASTA CÎHANÊ DE BÛ'
Şiyar Dersim diyar kir ku Sakîne Cansiz şoreşgerek bû ku di asta navneteweyî de dihate naskirin û anî ziman ku komkujiya Parîsê tesadufî nebû. Şiyar Dersim got, "Di çarçoveya plansaziyeke Gladiyo ya NATO'yê de hate kirin. Dijmin bi êrîşa li hemberî kesek weke hevala Sara xwest, di nava rêxistinê de tevlîheviyê biafirîne. Hem hewl da weke şerekî navxweyî nîşan bide, hem jî ev peyam dida civakê: Eger hûn dilsoziya xwe ya bi têkoşîna azadiyê ya Kurd re dewam bikin, komkujiyên bi vî rengî wê bê serê we." Dersim anî ziman ku ev plan bi ser neket û got, "Dijmin nedît ku ev komkujî wê eleqeya li cîhanê ya ji bo têkoşîna jinê û tevgera azadiyê ya Kurd zêde bike."
ROLA PÊŞENG A LI NAVA ŞOREŞA JINÊ
Şiyar Dersim bal kişand ser bandora Sakîne Cansiz a li ser tevgera azadiyê ya jinê û got, "Li Kurdistanê her pêşketin li ser bingeha şoreşa jinê pêk tê. Hevala Sara di nava vê têkoşînê de fîgureke welê bû ku ne tenê li Kurdistanê li tevahiya cîhanê bû mînak ji jinan re (...) Her pêşketina li Kurdistanê li ser bingeha xeta azadiya jinê pêk tê; weke şoreşa jinê tê pênasekirin. Di vir de para hevala Sara mezin e."
'DIXWEST ENIYA HEVRÊYÊN XWE BIGIHÎNE STÊRKAN'
Dersim destnîşan kir ku feraseta hevrêtiyê ya Sakîne Cansiz li xeta îdeolojîk a PKK'ê dihat û got, "Zimanê wê yê rexnekirinê ku mirov nedişikand, yek ji taybetmendiyên sereke yên kesayetiya wê bû. Kêmasiyên hevrêyên xwe weke kêmasiyên xwe didît, ji bo hevrêyên xwe bi pêş ve bibe gelekî hewl dida." Şiyar Dersim destnîşan kir ku Sakîne Cansiz bi vê taybetmendiya xwe bandoreke xurt li her kesên li nava tevgerê kir.
Dersim diyar kir ku aliyekî din ê balkêş ê taybetmendiyên lîderiyê yên Sakîne Cansiz diyalogên wê yên bi Rêber Apo re bû û got, "Yek ji wan hevrêyan bû ku dikarîbû bi hêsanî bi Rêber Apo re nîqaş bike."
BANDORA KOMKUJIYÊ
Dersim qala kêliya komkujiyê û bandora wê kir, "Bi agahiya ji buroyê hat em ketin. Mirovan di nava çend saetan de xwe gihandin cihê bûyerê. Li ser zimanê her kesî tenê gotinek hebû: Tolhildan." Dersim ragihand ku çalakiyên şermezarkirinê ji texmînên hêzên ewlekariyê yên Fransayê gelekî zêdetir bû û got, "Hesab nekiribûn ku di nava şevekê de 200-300 hezar kes karibin biherikin Parîsê. Bi saya civata me ya rêxistinî lîstikên dijmin ên li pişt vê komkujiyê hatin têkbirin."
Şiyar Dersim di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku şehadeta Sakîne Cansiz di nava tevgerê de nebû sedema valahiyê, berevajî vê yekê hêzek afirand ku têkoşîn hîn mezin kir.