Li Frankfurtê banga ronîkirina komkujiyên Parîsê hat kirin
Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya YJK-E Hessenê li ber Konsolosxaneya Parîsê li hev civiyan û banga ronîkirina komkujiyên Parîsê kirin.
Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya YJK-E Hessenê li ber Konsolosxaneya Parîsê li hev civiyan û banga ronîkirina komkujiyên Parîsê kirin.
Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Ewropayê (YJK-E) Hessenê li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê li hev civiyan û xwestin di 12’emîn salvegera komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileyê de her du komkujî bên ronîkirin.
Di çalakiya bi şiyara "Kujer diyar in, dewleta Fransayê çima bêdeng e" hat lidarxistin de timî dirûşmên "Sara Rojbîn Ronahî, Jin Jiyan Azadî" berz kirin û banga edaletê hat kirin.
Di çalakiyê de jinan xwestin dosyaya têkildarî komkujiyên Parîsê yên ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ve hatiye amadekirin, radestî rayedarên konsolosxaneyê bikin. Piştî ku gotin ji ber fermana Berlînê hatiye wê dosyayê qebûl nekin, jinan dosya xistin qutuya postê.
Di bîranîna ku stran hatin gotin de jinan çelenga reş danîn ber konsolosxaneyê û dawî li çalakiya xwe anîn.