Şen: Bila jin bêhtir çalak bibin

Namzeta HDP'ê ya Kirklareliyê parêzer Dîren Cevahîr Şen got, ji bo jin hîn bêhtir li Tirkiyeyê tevlî siyasetê bibin ew ji partiya jinan ji HDP'ê bûye namzet.

Parêzera femînîst Dîren Cevahîr Şen, li Tirkiyeyê ku qirkirina jinan zêde bûye, di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de namzeta HDP'ê ya Kirklareliyê ye. Şen ku li dijî komkujî, şîdet û êrîşên li jinê bi salan e alîkariya hiqûqî dide jinan, vê carê ji bo mafên jinan li parlamentê biparêzer bûye namzet.

Şen ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku HDP partiyeke jinan e û got, "Eger jin hîn bêhtir tevlî polîtîkayê bibin, wê serweriya mêr bibe mijara nîqaşê û biheje."

Şen da xuyakirin ku HDP ji partiyên din ên siyasî re bûye mînak û got, jin ji mêran baştir siyasetê dikin. Şen bi dewamî got, "Her roj herî kêm 3 jin tên kuştin. Ji ber şîdeta mêr, jin dikevin binê axê. Şer, polîtîkayên hikumetê herî zêde bandorê li jinan dikin. Hem ji ber mêran, hem jî ji ber polîtîkayên hikumetê jin tên kuştin. Lê HDP'ê danezana hilbijartinê ya jinan eşkere kir û îradeya xwe nîşan da ku wê li dijî şîdeta mêr têbikoşe. Me got, 'Bi jinan dikare bê guhertin'."

Şen bi bîr xist ku sê car in ew ji HDP'ê dibe namzet û anî ziman, li herêma ku ew lê namzet e, ji ber nûçeyên derew ên medya Tirk, gel hinekî bi pêşhukmî nêzî HDP'ê dibe, lê ji namzetê wan ê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş jî hez dikin.

Dîren Cevahîr Şen herî dawî got, "Ez ji malbateke sosyalîst im. Bi xwe sosyalîst im. Jiyana me timî rêxistinbûyî bû. Keça dê û bavekî ku damezrînerên sendîkayê ne. Yanî polîtîka li mala me her tim hebû. Min timî dixwest tiştekî biguherînin û bedew bikim. Ji bo jin bi rengekî çalak tevlî polîtîkayê bibin ez bûm namzet."