Çalakiyên 8'ê Adarê: Azadî wê bi pêşengiya jinê pêk were

Di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li gelek bajaran jin li hev kom bûn û gotin, "Azadî wê bi pêşengiya jinê pêk were." Her wiha tecrîda li Îmraliyê jî hate şermezarkirin.

Li Wanê Komeleya Çand, Yekîtî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine ya li Dergûşa Şaristaniyê (MEBYA-DER) di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de serdana gorên jinên di têkoşîna jinê de jiyana xwe ji dest dan, kirin. Li Goristana Yenîmahalleyê, tevî Hevseroka MEBYA-DER'ê Hanim Kaya, endamên TJA, namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê, rêveberên DEM Partiyê yên navçeyê, gelek jin tevlî serdanê bûn.

Hanim Kaya diyar kir ku heta armanca Kurdistana azad ew ê têkoşîna xwe dewam bikin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Hanim Kaya got, "Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd tecrîdkirina jin, ciwanan e. Tecrîd sedema qetilkirina jinan e. Dema jin azad bû hingî her tişt wê azad bibe. Azadî wê bi pêşengiya jinê pêk were."

TJA'yê jî li Qelqeliyê civîneke jinan lidar xist. Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya ji DEM Partiyê Neslîhan Şedal jî tevlî kombûnê bû.

Jinan li ber stranên Kurdî demeke dirêj govend gerandin.

STENBOL

Li Navenda Çanda Mezopotamyayê ya li Beyoglûyê, 'Pêşangeha Hêviyê' ya ji wêneyên jinan hate vekirin. Namzeta Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş jî di nav de gelek jin tevlî pêşangehê bûn.

AMED

Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de ji PTT a li taxa Ofîsê qert û pirtûk ji rojnamevanên girtî re şand. Hevseroka MKG'ê Rosa Metîna jî di nav de gelek jinan peyam li ser qertan nivîsîn.

ŞIRNEX

Komeleya Wêje, Çand û Hunerê ya Jinê (KASED) û TJA'yê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de li bajarokê Bêspin ê navçeya Silopiya ya Şirnexê şahiyeke jinê lidar xistin. Gelek ji beşdarî şahiyê bûn. Jinên ku di şahiyê de bi destar genim hêrandin û klam gotin, bal kişandin.

EDENE

Platforma Jinê ya Edeneyê li ber PTT a Komarê ya berê daxuyaniyek da çapemeniyê û piştre qertên piştevaniyê ji girtiyên jin re şand. Ji bo meşa 9'ê Adarê ya ji Pira Kasim Gulek heta Qada Ûgûr Mûmcû banga tevlîbûnê hate kirin. Jinan piştî çalakiyê qertên piştevaniyê ji girtiyên jin re şandin.