9 jinên girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa M ya Mîdyadê surgûnî Girtîgeha Gebzeyê hatin kirin.
Hate hînbûn ku, 9 jinên girtî yên siyasî yên ku li Girtîgeha Tîpa M ya Mîdyadê dimînin, duh surgûnî Girtîgeha Gebzeyê kirin. Jinên ku nehat zanîn bi kijan hincetan hatin surgûnkirin navê wan wiha ye; Şadiye Manap, Esmer Ayra, Nurcan Bakir, Ferda Îldan, Rojbîn Perîşan, Besiye Îzer, Reyhan Yildiz, Gullu Akman, Emel Temel û Hacer Halîl Yusuf.