87 saziyên jinan li dijî Rewşa Awarte dest bi kampanyayê kirin

87 saziyên jinan, li dijî bandor û dema dirêjkirina Rewşa Awarte belavokek weşandin û dest bi kampanya îmzeyan kirin.

87 saziyên jinan li dijî dirêjkirina Rewşa Awarte bi dirûşmeya "Em fêrî asayîbûna 'Rewşa Awarte' nabin" dest bi kampanyaya îmzeyan kirin.  

Bi vê armancê, tevî endamên Komîsyona Jinan a DÎSK'ê, Meclîsa Jinan a KESK'ê, Koma Xebatkarên Jinan a TMMOB'ê û Baskê Tenduristiya Jinên Bijîşk a TTB'ê nûnerên 87 saziyên jinan li hev kom bûn û li dijî dirêjkirina dema Rewşa Awarte daxuyaniyek hevpar dan û dest bi kampanya îmzeyan kirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya 87 saziyên jinan de hat gotin "Em fêrî asayîbûna 'Rewşa Awarte' nebin."

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Rewşa Awarte ji bo jinan tê wateya kuştinê. Divê em xwe ji biryarnameya bi hejmara 696'an a di çarçoveya Rewşa Awarte de hate derxistin, xelas bikin. Li ser vê axê pir bi rehetî zilam jinan dikujin. Ceza ji bo van zilaman nayê dayîn û heta bêje tên parastin. Her rojê qanûnek nû derdixin û ev qanûn hemû li dijî azadî têkoşîna jinan e. Êdî em dixwazin ji van hemûyan xelas bibin."