8'ê Adarê ruhê berxwedanê ye

Endama Kordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan diyar kir, 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji aliyê têkoşîna jinê ve îsal ji her demê bêhtir girîng e û banga xurtkirina têkoşînê li jinan kir.

Endama Kordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan diyar kir, 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji aliyê têkoşîna jinê ve îsal ji her demê bêhtir girîng e û banga xurtkirina têkoşînê li jinan kir.

Endama Kordînasyona KJK'ê Bexê Erzîncan 8'ê Adarê ji ANF'ê re nirxand û da zanîn, ku ji Sarayan heta Sêvêyan mîrateya berxwedanê dewam dike û jinên li refên pêş ên Rojava û Bakur têdikoşin, silav kir.

EM DIXWAZIN RUHEKÎ HEVPAR AVA BIKIN

Erzîncan bal kişand ser Danezana 8'ê Adarê ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd ve hat weşandin û got, "Me bi vê danezanê re dest bi 8'ê Adara 2016'an kir. Bi vê yekê re me xwest ji aliyê rojane ve hedefên xwe diyar bikin û stratejî û taktîkên xwe bi xurtî ava bikin. Weke tevgera jinê, çavkaniya me ya bingehîn a hêzê, tevgera li dora nêrînên hevpar, afirandina ruhekî hevpar û têkoşîna li dorî vî ruhî ye. Jin dema li hev civiyan û nêrîneke hevpar derxistin holê, hingî dikarin bi rola pêşengiyê rabin."

Erzîncan da xuyakirin, ku weke Tevgera Jinên Kurd haya wan ji berpirsyariya giran û mîsyona xwe ya pêşengiyê ya li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn heye û destnîşan kir, ku pêşdeçûn û pratîkbûyîna jiyanê di trenda azaidyê de girîng e.

JI MÛXALEFETA JINAN DITIRSIN

Erzîncan bal kişand ser êrîşên rejîma AKP'ê yên li hmeberî nasnameya jinê û got, "Cewhera polîtîkaya AKP'ê, polîtîkaya faşîzmê ya li hemberî jinê ew e, ku jin li nava malê bê ragirtin û bi tenê di bin bandora hevserê xwe de be."

Erzîncan diyar kir, tê xwestin potansiyela pêşketinê ya jinê were qelskirin û pêşî li mûxalefeta jinê were girtin û got, "Li Tirkiyeyê tirseke mezin ji mûxalefeta jinê heye. Li Tirkiyeyê di nava mûxalefeta alternatîf, di nava bloka demokrasiyê de herî zêde jin hene. Lewma di bingeha şîdeta dewletê ya li hemberî jinê û cezanekirina kiryarên cînayetên li dijî jinê de ev mejiyê dewletê heye."

Erzîncan ragihand, têkoşîna hevpar a jinên Kurd-Tirk-Ermenî-Asûrî-Laz-Çerkez-Elewî ji her demê bêhtir pêwîstiyeke û da zanîn, li hemû parçeyan meşandina têkoşîneke yekbûyî, di heman astê de girîng e. Erzîncan da zanîn, alî û çarçoveya Danezana 8'ê Adarê xwedî vê naverokê ye.

AŞTIYEK BÊYÎ RÊBERÊ ME BI TI AWAYÎ NABE

Endama Kordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan da xuyakirin ku têkoşîna wan a azadiyê ya 8'ê Adara 2016'an, xebatên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan esas digire û got, "Pêkhatina aştî û biratiya gelan, bi azadiya Rêberê me, bi muxatabgirtina Rêberê me re dibe. Aştiyek bêyî Rêberê me bi ti awayî nabe. Pirên dostanî û biratiyê yên navbera gelan, bi tenê ji aliyê Rêberê me ve dikarin bên afirandin. Weke Tevgera AzadiYê, nuqteyeke ku em gelekî pê hesas in, rewşa Rêberê me ye. Ji Nîsana 2015'an û vir ve hevdîtin bi Rêberê me re nayê kirin. Ev yek jî nîşan dide ku dewlet alîgirê şer e. Ji aliyê me ve yekane hêza dikare pêşî li şer bigire û aştiyê pêk bîne Rêberê me ye."

BERXWEDANEK BÊ REWŞEKE RÊXISTINÎ NABE

Besê Erzîncan li ser berxwedana xwerêveberiyên li bakurê Kurdistanê ev nirxandin kir:

"Jinên Kurd bi berxwedana li nava xwerêveberiyan re, di afirandina modela neteweya demokratîk de careke din bi rola xwe ya pêşengiyê radibin. Ji nû ve afirandina civakê li ser bingeha dînamîkên xwe, modeleke jinê ye. Rêxistinbûyîna jinan û gelê Kurd li dora nasnameyên gel û baweriyan, jiyana bi rengê xwe, gelekî girîng e. Jin çiqasî xwe bi hişmendî û vîna xwe xurt kirin, wê ewqasî rengê xwe bidin qada siyasetê, xebatên civakî, aborî, çanda xweparastinê, çapemenî û perwerdeyê.

Modela neteweya demokratîk a li Kurdistanê bi pêşengiya jinê re dikare bê avakirin. Berxwedanên xwerêveberiyê careke din nîşanî me dan, ku rêxistinbûyîna jinê, xebatên azadiyê yên jinê pêwîstiya xwe bi kûrbûn û amadekariyeke berfireh heye. Amadekarî nîvê berxwedanê ye. Hêzeke ne amade ya wê tine bibe yan jî teslîm. Ji bo serketinê; ji bo dewamkirina berxwedan û jiyana li qadên xwerêveberiyê, bingeheke xurt divê. Pêwîstî bi hesabkirina hemû detayên jiyanê heye.

Erzîncan got, "Firsendên serketinê û pêngavan ancax em bi xwe dikarin bi afirînin. Ev jî bi rêxistinbûyîna civakê re dibe. Li bajar û taxan hebûna meclîsan, bi birêxistinkirina hemû pîşeyan re dibe. Berxwedanek bê rêxistinî nabe. Bibe jî wê emrê xwe nedirêj be."

Erzîncan herî dawî banga xurtkirina têkoşînê li hemû jinan kir û got, "8'ê Adara 2016'an wê ji bo hemû jinan bibe saleke berxwedan û têkoşînê. Ji bo azadiya Rêberê me û gel û jinan, em ê xebatên xwe ji her demê bêhtir bi xurtî bimeşînin. Ji bo azadî, demokrasî, wekhevî û edaletê çi kar pêwîst be, em ê bi xurtî di nav de cih bigirin. Têkoşîna azadiyê ya jinan wê bênavber bidome. Li ser vê bingehê em 8'ê Adarê li her kesî pîroz dikin."