8’ê Adarê li Torontoyê hate pîroz kirin

8’ê Adarê li Torontoyê hate pîroz kirin

Li bajarê Toronto yê Kanadayê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkdar yên Cîhanê ji aliyê jinên Kurd ve hate pîroz kirin.

Ahenga ku li salona Edesa Baanquet Hall hate organîze kirin, her jinek dema ket hundir bi gulan hate pêşwazî kirin. Şahiya ku 400 kes tevlîbûyî pankarta li ser nivîsa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya “Gelê ku di nav de jin ne azad be ew gel ne azade” balkişand.

Di ahenga ku pêşkêşvantiya wê bi Kurdî û Îngilîzî hate kirin de, Ey Reqîb û bi deqîqeyek rêzgirtina li ser giyanê kesên di tekoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dayî destpê kir. Piştre Hatîce Ozdemîr peyama Komîteya Jinên Azad û Elîf Budanci jî peyama komeleya Kurdan xwend.

Bi stranên hunermendên herêmî Hozan Turgut û Hozan Ezîz jinan govend girêda, cara yekem li Torontoyê leyîstoka Akademiya Şanoyê û stand-up’a Cîhan Kaya ku derketin ser dikê eleqeyek mezin dîtin.

Pêşkêşkirina folklora jinan ya Komîteya Jinên Kurd amadekirî, sînevîzyona bi navê “Cihê Jinê yê di Tekoşîna Azadiyê de” ku Komîteya Ciwana pêşkêş kir û her wiha bi lêdana gîtar û tembora Hozan Perîhan, Huseyîn û Hanaga reng da şahiyê.

Piştre di ahengê de defîleyek ya cilên netewî yên jinan derket ser dikê.

Şahî bi stranên Hozan Kenan bidawî bû.