BI DÎMEN

8'ê Adarê li Sydneyê bi coş hate pîrozkirin

Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi şahiyekê hate pîrozkirin.

Senatora berê ya Partiya Keskan Lee Rhîannon û nûnerên gelê Tamîlê jî tevlî pîrozbahiya 8'ê Adarê ya li NCDK'ê bûn.

Senatora berê Lee Rhîannon anî ziman ku têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û jinên Kurd ku pêşengiyê ji jinên cîhanê re dikin, ji bo wan çavkaniyeke mezin a sûdwergirtinê ye.

Hevseroka NCDK'ê Gulay Alkan diyar kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di heman demê de azadiya jinan e û destnîşan kir ku heta dawî li tecrîd û dîlgirtinê bê anîn jin wê têkoşîna xwe dewam bikin.

Endama NCDK'ê Ronahî Qendîl jî axaftineke kurt kir û piştre helbesta 'Ez jî jin im' a Başak Dersîm xwend.

Piştre hunermend Roj, Dîcle derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

Girseya gel li ber stranên hunermend Mesût Med dawî li pîrozbahiyê anî.