8'ê Adarê li Rûsyayê hat pîrozkirin: Jinên Kurd wê civakê azad bikin
Jinên Kurd ên li Rûsyayê dijîn, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê meşiyan. Di meşê de berxwedana xwerêveberiyê ya bi pêşengiya jinên Kurd tê meşandin hat silavkirin.
ANF
ADIGEY
duşem, 7 adarê 2016, 10:27
Jinên Kurd ên li Komara Xweser a Adigeyê ya li Federasyona Rûsyayê dijîn, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê meşiyan. Bi sedan kes bi qîrîna dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana jinê" û "Bijî Serok Apo" heta Navenda Çanda Kurd a Adigeyê meşiyan. Li vê derê Hevseroka Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê Sînem Broyev ji girseya gel re axivî û got, "Jinên Kurd wê civakê zane û azad bikin."
Broyev da xuyakirin, ku ruhê berxwedanê yê jinên Kurd li Kobanê û Şengalê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê nîşan dan, cesaret daye hemû jinên cîhanê.
Broyev bal kişand ser êrîşêna dewleta Tirk ên li hemberî Sûr, Cizîr û gelek navçeyên Bakurê Kurdistanê û got, "Li dijî van êrîşên qirkirinê yên herî zêde li ber xwe didin jin in. Jinên Kurd wê bi rola xwe ya azadkirina civakê bi cih bînin."
Piştî axaftinan, girseya gel bi qîrîna dirûşmeyan belav bû.