BI DÎMEN

8’ê Adarê li Moskowayê hate pîrozkirin

8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Moskowayê bi şahiyekê hate pîrozkirin.

8'Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ

8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi dirûşma 'Jin Jîyan Azadî ber bi şoreşa jinan ve' li Mala Kurdan a çand û hunerê ya Moskovayê bi beşdariya bi dehan jinan ve bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna cangoriyan sînevîzyona li ser dîroka têkoşîna jinan hate nîşandan.

Li ser navê rêxistina Viyan peyameke pîrozbahiyê hate pêşkêşkirin. Di peyamê de qala girîngiya bîrdoziya azadiya jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.

Hevseroka Otonomiya Federal a Kurdên li Rûsyayê Liana Îslam jî bi taybetî bal kişand ser girîngiya vê rojê û rola jinên Kurd a ku di rêya azadiyê de jiyana xwe ji dest dane. Her wiha behsa girîngiya îdeolojiya azadiyê ya Abdullah Ocalan kir.

Her wiha bi navê jinên Afgan peyamek pîrozbahiyê ji beşdaran re hate pêşkêşkirin.

Jinên ji neteweyên cuda jî tevlî pîrozbahiyê bûn.

Di pîrozbahiyê de komên herêmî yên muzîkê û dengbêj Sarê, Îbo, Guhara Hesen, Migêr Ajoyan, Îlîç Aladjyan û Pîanîst Olga hunera xwe pêşkêş kirin.