BI DÎMEN

8'ê Adarê li Kerkûkê bi çalakiyekê hat pîrozkirin

RJAK'ê çalakiyên xwe yên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, ku bi şiyara "Jin ji bo xwerêveberiyê li qadan e" lidar dixe, li Kerkûkê da destpêkirin.

RJAK'ê çalakiyên xwe yên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, ku bi şiyara "Jin ji bo xwerêveberiyê li qadan e" lidar dixe, li Kerkûkê da destpêkirin.

8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azad ên kurdistanê (RJAK) li Bexçeyê Mîsyece yê Kerkûkê bi çalakiyekê hat pîrozkirin. Tevî gelek endamên RJAK'ê, endamên Tevgera Civaka Azad a Kurdistanê û Tevgera Jinên Ciwan ên Welatparêz a Kurdistanê, gelek Kerkûkî tevlî çalakiyê bûn.

Çalakî bi daxuyaniya ji aliyê Lavîn Nûredîn ve hat xwendin destpê kir. Di daxuyaniyê de 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê hat pîrozkirin û hat gotin, "Di destpêkê de em hemû jinên li zîndanan û çiyayên Kurdistanê têdikoşin silav dikin. Têkoşîna jinê bi Roza û hevalên wê re destpêkir, bi Leyla Qasim, Zîlan, Viyan û Sakîneyan dewam kir. Ji bo em bîranînên wan bi ser bixînin, divê em têkoşîna jinê ya azad, mezin bikin."

'EGER JIN DI NAVA RÊVEBERIYÊ DE HEBÛNA WÊ KRÎZ RÛ NEDA'

Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser krîza li Başûrê Kurdistanê û hat destnîşankirin, dervehiştina jinan ji qada siyaetê û israra di sîstemeke bi mejiyê mêr de, sedema bingehîn a kaosê ye. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Eger li vê derê jin li derveyî siyasetê nehatibûna hiştin, bi tenê zîhniyeta ji serdestiya mêr nebûya, ev krîz û kaos rû nedidan. Ji ber ku mîna Rêber Apo dibêje; 'azadiya jinê ji azadî û rizgariya civakê cuda nîne'."

'TÊKOŞÎNA JINÊN LI ROJAVA Û BAKURÊ KURDISTANÊ JI BO ME MÎNAK IN'

Lavîn Nûredîn da xuyakirin, divê têkoşîna jinên Kurd a li Rojava û Bakurê Kurdistanê ya li dijî dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ'ê mînak were dîtin û got, "Em jinên ji Başûrê Kurdistanê divê jinên Kurd ên li Rojava û Bakurê Kurdistanê li ber xwe didin ji xwe re weke mînak bibînin. Ew, li hemberî her şêwe zext û zexta komkujiyan jî pêşengiyê ji berxwedana civakî re dikin û paş de gav navêjin. Ji ber ku di têkoşînê de bi biryar in, li hemberî zîhniyeta bi serdestiya mêr roj bi roj xurt dibin û nêzî serketinê dibin. Lewma divê em xwedî têkoşîna azadiya jinê derkevin."

Li dû axaftinan koma muzîkê Şehîd Berçem a ji wargeha Ş. Rustem Cûdî (Mexmûr) û hunermendên herêmî derketin ser dikê. Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.

'DIVÊ EM SERÎ LI BER ZÎHNIYETA BAVIKSALARÎ NETEWÎNIN'

Jinên di dema çalakiyê de ji ajansa me re axivîn diyar kirin, divê jin serî li ber zîhniyeta baviksalarî netewînin.

FÎKRÎ YASEMÎN: Ji bo jinan 8'ê Adarê rojeke pîroz e. Di herikîna dîrokê de jinan bi fedekariyeke mezin ji bo destxistina mafên xwe û wekheviya di navbera jin û mêr de, têkoşîneke mezin meşandine. Weke jinên Kerkûkî divê em jî têbikoşin. Li hemberî zîhniyeta baviksalarî divê em êdî serî netewînin.

ÇÎMEN AZADÎ: 8'ê Adarê ji bo jinan rojeke dîrokî ye. Jinên azadîxwaz û berxwedêr ên daxwaza maf û azadiyan kirin, bi awayekî hovane hatin şewitandin. Wan rêya azadiyê ya jinên cîhanê ronî kirine.

REYHAN HEMÎD: Ji bo pîrozkirina 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê em li Kerkûkê li hev civiyane. Di serî de 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim. Çalakiya me erênî derbas bû. Divê jinên li Başûrê Kurdistanê bêhtir giraniyê bidin têkoşînê. Li pişta me jinan barekî giran heye. Heta jin azad nebe, civak nikare azad bibe.

RÛHEYV GUVERCÎN: 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim. Weke koma muzîkê Ş. Berçem a ji wageha Ş. Rustem Cûdî (Mexmûr) em hatin tevlî pîrozbahiyên 8'ê Adarê yên jinên Kerkûkî bibin. Me xwest bi hunera xwe re tevkariyê li pîrozbahiyê bikin. Ji ber ku li vir im, gelekî kêfxweş im.

...