8'ê Adarê bi ruhê berxwedanê li Amedê tê pîrozkirin
Di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, bi hezaran jin li meydana Stasyonê ya Amedê li hev civiyan û bi şiyara "Azadî wê bi berxwedana jinê bi ser bikeve" 8'ê Adarê pîroz kirin.
Di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, bi hezaran jin li meydana Stasyonê ya Amedê li hev civiyan û bi şiyara "Azadî wê bi berxwedana jinê bi ser bikeve" 8'ê Adarê pîroz kirin.
Di mîtîngê de jin li ber rejîma 'şexsekî' rabûn. Mîtîng bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên demokrasî û şoreşê dest pê kir û di destpêkê de Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulşen Ozer axivî.
Ozer got, "Ji ber zexta dewletê îro bi sedan hevrêyên me niha ne di nava me de ne. Em van hevrêyên xwe bi rêzdarî silav dikin û 8'ê Adarê li wan pîroz dikin."
Ozer diyar kir, rejîma AKP'ê bi îşkence, zilm û zordariyê dixwaze jiyana wan ji wan bigire û ji bo vê jî daxwaza erê ji wan dike. Ozer got, "Bêguman em ê bêjin 'NA'. Bi dengê xwe yê 'NA' em ê li ber îşkence, kuştin û destavêtinê rabin û em ê jiyanê bikin bihuşt."
GUVEN: EM Ê REWŞA AWARTE BIDIN RAKIRIN
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dûre axivî û got, "Weke ku hûn jî dizanin, lêderekî li Rojhilata Navîn ji bo hebûna jinê têdikoşe got, 'Jin azad nebe, civak azad nabe'. Heman lîderî got, 'Ji bo azadiya jinê çi ji destê min bê ez ê bikim'. Em 8'ê Adarê li wî lîderî, yanî li Birêz Ocalan pîroz dikin. Weke jinên Kurd me gelek bend hilweşand û serî li ber kesî netewand. Em ê îro jî Rewşa Awarte bi heman rengî ji holê rakin."
Guven di dewama axaftina xwe de diyar kir, ji her demê bêhtir pêwîstiya Kurdan niha bi yekîtiya neteweyî heye û got, "Kurd wê kongreya xwe ya neteweyî pêk bînin û ev bihar wê bibe bihara Kurdan."
Guven, ji Şengalê heta Rojava, Licê û Nisêbînê hemû jinên li çeperên berxwedanê silav kir.
Dûre Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan peyivî û got, "Li dilê berxwedanê Amedê, wê xewn û xeyalên gelê Kurd pêk werin."
ÛCA: ÊZIDÎ WÊ SERÎ NETEWÎNIN
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Ûca jî got, "Em di pêvajoyeke dîrokî de ne. Gelek kes û dagirker ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî siyaseteke qirêj dimeşînin. Kurd êdî Kurdên berê nînin. Me Zîlan, cizîr, Sûr, Roboskî ji bîr nekir. Îro jin ji bo azadiya azadiyên xwe li qadan li ber xwe didin. Heta ku gelê Kurd azad nebe, pirsgirêka Rojhilata Navîn çareser nabe. Mifteya çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn, azadiya gelê Kurd e."
Ûca êrîşên PDK û AKP'ê yên li hemberî Êzidiyên li Şengalê şermezar kir û got, "Xiyaneteke mezin îro li hemberî Kurdan e. Êzidiyên ku ferman li wan rabûne, wê ti carî serî li ber komkujiyan netewînin."
Paralmentera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp jî di şexsê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag de hemû jinên dîlgirtî û yên berxwedêr silavk ir.
Di mîtîngê de peyamên Fîgen Yuksekdag û Gulten Kişanak hatin xwendin. Mîtîng dewam dike.