5 hezar jinan mora xwe danîn binê aştiyê
Hejmara jinên mora xwe danîne binê aştiyê pênc hezar derbas kir. Îmze wê piştî nobeda aştiyê ya li Amedê ji Meclîsê re werin şandin.
Hejmara jinên mora xwe danîne binê aştiyê pênc hezar derbas kir. Îmze wê piştî nobeda aştiyê ya li Amedê ji Meclîsê re werin şandin.
Hejmara îmzeyên di çarçoveya kampanya rêxistinên jinan û LGBTÎ de hatine komkirin, 5 hezar derbas kir.
Kampanya îmzeyan a bi navê "Em ne alîgirê mirinê ne em alîgirê jiyanê ne, em mafê xwe yê aştî û heqîqetê dixwazin" ji 160 rêxistinên jinan û LGBTÎ piştgiriyê werdigire. Îmzeyên hatine komkirin, tê payîn roja 6'ê Sibatê piştî nobeda aştiyê ya li Sumerpark a Amedê ji Serokatiya TBMM re bên şandin.
Nûnerên rêxistinên jinan ên ji bo radestkirina îmzeyan ji Serokatiya Meclîsê randevû stendine, wê ji bo aştiyê bang li meclîsê û hikûmetê bikin.
Di nava jinên mora xwe danîne binê kampanya îmzeyan de, Ayça Damgaci, Banû Guven, Defne Halman, Denîz Turkalî, Emîne Ûşakligîl, Feryal Oney, Fethiye Çetîn, Julîde Kûral, Lale Mansûr, Mehveş Evîn, Nûr Surer, Nûrcan Baysal, Pinar Ogunç, Seray Şahîner, Tîlbe Saran, Tûba Onal, Ûmay Ûmay, Vîvet Kanettî Ûlûç, Yasemîn Goksû û Zeynep Tanbay jî hene.
Weqfa Piştgiriya Jinê ya Enqereyê, Meclîsên Jinên Sosyalîst, Platforma Hewldana Qada Kar û Keda Jinê, Komeleya Çareseriyên Nû-Mafên Mirovan ên Jinê, Însiyatîfa Misilmanên li dijî şîdeta li hemberî Jinê, Kongreya Jinên Azad, Komeleya Têkoşîna li dijî şîdeta zayendî, Weqfa Stargeha Jinê ya Mor Çati destekê didin kampanyayê.
Ji Swîsre, Elmanya, Kolombiya, Xirvatîstan, DYA, Swêd, Tacîkîstan, Ermenîstan, Cezayîr, Hollanda û Bosna Hersekê jî destek ji kampanyayê re aht dayîn. Endama Polît Buro ya Eniya Rizgariya Gel a Fîlîstînê û gerîlaya berê Leyla Halît jî mora xwe danî binê vê kampanyayê.