3. Kongreya Meclîsa Jinên Êzidî-Bêrîvan destpê kir

3. Kongreya Meclîsa Jinên Êzidî-Bêrîvan li bajarê Elmanya Celle destpê kir.

3 kongreya Meclîsa Jinên Êzidî Bêrîvan îro saet di 12:00 de li bajarê Elmanya Celle li mala Êzidiyan destpê kir.

Meclîsa Jinên Hannover, Ronahî, UTAMARA, CENÎ, Weqfa Jinên Azad a Rojava weke mêvan beşdarî kongreyê bûn.

Kongre bi beşdariya 150 delegeyan pek tê.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, dîwan hat hilbijartin. Li dû axaftina vekirinê rêziknameya Meclîsê hat xwendin û erêkirin.

Niha jî li ser raporên xebatê nîqaş tên kirin û wê berêvarê bi hilbijartinê bi dawî bibe.