12. Festîvala Jinê ya Zîlan destpê kir
12. Festîvala Jinê ya Zîlan a Navneteweyî, ku îsal li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê tê lidarxistin, destpê kir.

Festîvala îsal bi dirûşmeya "Li qadên xweseriyê, em têkoşîna azadiyê mezin bikin" tê lidarxistin.
Tevî baranê jî, jin parka Revîer a li Dortmûnê dadigirin.
Di festîvala ku bi deqeyeke rêzgirtinê ya li ber sirûda 'Ey Reqîp' destpê kir de, 3 panel jî tên lidarxistin. Mijara panela destpêkê jineolojî-zanistiya jinê ye. Li ser jineolojiyê, ku bi teorî û pratîka şoreşgerî ya jinan a di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de derket holê, pêşkêşî û nîqaş tên kirin.
Mijara panela duyemîn jî sazîbûna jinê ye. Di panela sêyemîn a li ser mijara rêxistinbûyîna jinên ciwan de pirsgirêkên rêxistinbûnê yên jinên ciwan ên Ewropayê tên nirxandin.
Gelek hunermendên jin ên ji gelên cuda jî derdikevin ser dika festîvalê. Festîval ji aliyê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), Buroya Aştiyê ya Jinê (CENÎ) û Yekîtiya Jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E) ve tê organîzekirin.