1.Konferansa HPC-Jin bi serkeftî bi dawî bû

Li Kantona Cizîrê 1.Konferansa Hêzên Parastina Civakî ya Jinan (HPC-Jin), bi biryardarêya ji bo avakirina erka parastinê ya jinan ji 7 salî heta 70 salî pêk bîne, destpêkir.

Yekemîn Konfransa Hêzên Parastina Civakî yên jinê (HPC-Jin’ê) ku li Kantona Cizîrê tê lidarxistin, bi beşdarêya 250 delegesyonan li Salona Sandîkeya Karkeran a li bajaroka Rimêlan ê girêdayî Girkê Legê, destpê kiribû, didome. Di konfransê de Endama Meclîsa Damezarêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê Foza El-Yûsiv, nûnerên Rêveberêya Xweserêya Demokratîk, Saziyên Civaka Sivîl, YPG/YPJ’ê û Hêzên Asayîşê, amade bûn. Konferansê bi rêzgirtin û hilbijartina dîwanê dest pê kir.

Di serî de Endama Meclîsa Damezarêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê Foza El-Yûsiv axivî.

Foza di destpêka axaftina xwe de hemû têkoşerên Şoreşê û Tevgera Azadiya Kurdistanê bi minetdarî bi bîr anîn û got ku Rojava û herêm bi giştî di rewşeke hestiyar re derbas dibe, li vê herêma ku di bin êrîşên çeteyan de ye, jin ji ber zihniyeta desthilatdar rastî kuştin, êşkence, lêdan û tûndiyê tê.

'EM XWE BI RÊYA HPC'Ê XWE BI RÊXISTIN DIKIN'

Foza wihagot: "Em îro bi rêya Hêzên Parastina Civakî, xwe bi rêxistin dikin, da ku em karibin pêşengiya xweparastin û parastina civakê bikin û xwe îsbat bikin. Tiştê balkêş di vê hêzê de ew e ku jinên ji hemû temenan cihê xwe di nav de digrin û civaka xwe diparêzin. Ji ber ku civaka me bi xwe, xwe diparêze, wê tu kes nikaribe ku em bi bin bixe."

'DIVÊ EM HÊZA XWE BIKIM YEK'

Foza her wiha banga hevgirtinê li hemû jinan kir û got: “Em weke jin divê em jinan biparêzin. Divê em yek dest bin da ku em karibin li dijî hemû êrîşan bisekinin û nehêlin ku komkujiya ku li Şengalê pêk hat, dîsa dubare bibe. Ji bo wê divê em xwe ji hemû aliyan ve perwerde bikin. Divê hemû jin, hêza xwe bikin yek û rola xwe ya pêşeng bilîzin û têkoşîna xwe bilintir bikin.”

Piştre hin şiroveyên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê parastina civakî de di parazanameyên xwe de nivîsandine, ji aliyê Endama Rêveberêya HPC-Jin’ê Nûda Dêrik ve hatin xwendin û belgefîlmek derbarê hêzên parastina civakî de hate pêşandan.

Piştî xwedin rapora xebatê ya HPC-Jinê û şûn de, li ser planên xebat, rewşa rêxistinî û pêşerojê gotûbêj hatin kirin.

Piştî gotûbêjan û şûn de rêziknameya HPC-Jin hate xwendin û ji aliyê pêkhateya konferansê ve hate erêkirin. Di konferansê de navê HPC-Jin weke Parastina Jin hate guhertin û erêkirin, her wiha ala Parastina Jin jî hate diyarkirin.

Herî dawî di konferansê de meclîske ji 45 kes, 13 kes koordînasyon , serok û alîkar hatin hilbijartin. Serokatiya Hêzên Parastina-Jin a Kantona Cizîrê Xaliye Hûsênî hate hilbijartin.

Piştî konferansê jinan, li pêşiya Salona Sendîkaya Karkeran daxuyaniyek da. Jinan da zanîn ku konferans bi serdeftî bi dawî bûye, kesên ku di qetlîama 3’yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn. Jinan destnîşan kir ku di vê qetlîamê de bi sedan jin hatin qetilkirin û hê jî bi hezaran jin di destê DAIŞ’ê de ne. Jinan herî dawî wiha gotin: “Em ê tola wan hilînin, qet carekî din em rê nadin ku jin bê parastin bimîne.”

Her wiha di daxuyaniyê de jinan bal kişand ser şert û mercên azadî û tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha anî ziman: “Em bi saya perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêxistin bûn û êdî hêzên parastinê ne. Azadiya Rêbertiya me azadiya me hemû jina ne.”

Piştî daxuyaniyê jinên ku beşdarî konferansê bûn bi yek dengî dirûşmên mîna “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok”, “Bê Serok jiyan nabe” û Bijî Serok Apo” qîr kirin.

...