LI CURNÊ REŞ DESTESERKIRINA ÎRADEYÊ
Paydaş anî ziman ku şaredarên heta niha şaredarî mîna şîrketa malbatê bi kar anîn, lewma ji bo ranta xwe ya li vê derê biparêzin serî li her rê û rêbazê didin. Paydaş ragihand ku îtiraza wan a li Desteya Hilbijartinê ya Bilind dewam dike û got, "Di her şert û mercî de em ê îradeya gel teslîm gel bikin."
AGIR BERDAN SINDOQÊN DENGDANÊ
Paydaş diyar kir ku roja hilbijartinê piştî dengdanê komek ji 30-35 kesên nêzî AKP'ê êrişî wan kir û got, "Agir berdan du sindoqên dengdanê. Tevî ku têkildarî wan sindoqên dengdanê raporên me yên îmzekirî hebûn û me ew radestî desteya hilbijartinê kirin jî desteya hilbijartinê raporên me qebûl nekir. Ji ber wê yekê jî biryara nûkirina hilbijartinê da. Desteya Hilbijartinê ya Bilind bi heman rengî li gorî sîstemê tevgeriya. Îradeya gel hate desteserkirin. Di her şert û mercî de em ê xwedî li îradeya xelkê Curnê Reş derkevin. Em ê şaredariyê qezenç bikin."
GEL DEST BI KARÊN JI BO HILBIJARTINÊ KIR
Paydaş bi bîr xist ku bi hezaran kes ji şêniyên Curnê Reş ji bo xwedîderketina li îradeya xwe daketin qadan û destnîşan kir ku îradeya gel wê li Curnê Reş careke din bi ser bikeve. Paydaş got, "Bi çepik û tilîliyan meş hate lidarxistin. Girseya gel li hemberî diz, karên nelirê û qeyûman îradeya xwe nîşan da. Gel sekneke serbilind nîşan da. Moralê gel di cih de bû. Hilbijartinan nû ibkin jî herî kêm em ê bi du qatî zêdetir dengan bi dest bixin û bi ser bikevin. Gel ji niha ve dest bi karên ji bo hilbijartinê kiriye. Di ser îradeya gel re hêzeke din nîne. Îradeya gel wê careke din bi ser bikeve."