Selçûk: Divê armanca gel a sereke şikandina tecrîdê be

Endamê TSP’ê Bakî Selçûk, anî ziman ku, armanca dewleta Tirk tecrîdkirina tevahiya civakê ye û got, "Divê armanca gel a sereke şikandina tecrîdê be.”

Endamê Platforma Dengê Girtiyan (TSP) Bakî Selçûk, li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku didome ji ANF'ê re axivî. Selçûk, da xuyakirin ku tecrîda giran a ku 3 sal in didome ne li gorî ti hiqûq û exlaqê ye û destnîşan kir ku çalakiyên li dijî tecrîdê lewaz dimînin.

Ji 25’ê Adara 2021’an û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ku li Îmraliyê girtî ne nayê girtin. Polîtîkaya dewleta Tirk a li hemberî girtiyên siyasî bi mînaka Îmraliyê çawa dikare bê ravekirin?

Em tecrîda mutlaq a ku ji aliyê dewleta Tirk ve 3 salan li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş li Îmraliyê pêk tîne, weke pêkanîneke faşîst a bêexlaq ku li ti hiqûq û normeke hiqûqî nayê dibînin. Birêz Ocalan ji sala 1999'an û vir ve di hucreya yek kesî de tê girtin û di dema bihurî de jî têkiliyên wî ya bi cîhana derve re hatibû qutkirin. Lê ya dawîn tecrîdeke pir demdirêj e. Tu bingeheke wê nîne. Ne li gorî ti qanûn, norm û hiqûqê ne. 

Weke Platforma Dengê Girtiyan me gotibû ku ev tecrîda neheq û bêhiqûqî nayê qebûlkirin û di serî de girtiyên siyasî hemû civak dikin hedef. Û em parçeyek ji têkoşîna li dijî tecrîdê ne. Ya rast, dewlet bi girtîgehên bi ewlekariya bilind a tîpa S û Y re di salên dawî de tecrîdê li ser hemû girtiyên siyasî belav dike. Armanca dewletê tecrîdkirina tevahiya civakê ye. Di têkoşîna li dijî tecrîda li ser civakê û girtiyên siyasî de astek girîng hatiye bi dest xistin. Lê belê ji bo têk birina tecrîdê divê armanca sereke a gel şikandina tecrîdê be.

Gelo nerazîbûnên li dijî polîtîkaya tecrîdê ya dewleta Tirk têrker in?

Bê guman li dijî polîtîkaya tecrîdê ya dewleta Tirk, li Tirkiye, Kurdistan, Ewropa û welatên cuda yên cîhanê nerazîbûn tê nîşandan. Panel tên lidarxistin, nobetên ji bo edaletê tên lidarxistin, dem bi dem grevên birçîbûnê tên kirin, daxuyaniyên çapemeniyê tên dayîn û hwd. Lê belê ji ber ku ev nerazîbûn têrê nakin, em hê ne di pozîsyona şikandina tecrîdê de ne û dewleta Tirk vê êrîşa tecrîdê didomîne. Divê nerazîbûn berfirehtir û rêxistinî bibin. Heke ev pêk neyê wê demê dîsa barê giran wê bikeve ser milên girtiyan. Ev yek girtiyan dixe nava rîskeke mezin. Divê xwedîderketineke derve bê zêdekirin, pêşxistin û hesasiyet bê pêşxistin.

Ji bo piştgiriya bi girtiyên siyasî yên li Ewropayê bi taybetî yên li Elmanyayê re bê nîşandan, çi dikare bê kirin?

Em dibînin ku li Ewropayê xwedîderketina li girtiyan lewaz e. Em vê yekê hem di panelên bi wesîleya 18'ê Adarê lidar dixin de dibînin, hem jî di çalakiyên em roja Şemiyê ya destpêka her mehê ji bo azadiya girtiyên nexweş lidar dixin de dibînin. Em dibînin ku eleqe qels e. Tevî vê yekê em bi israr van çalakiyan didomînin û divê em wan bidomînin.

Em di wê baweriyê de ne ku xwedîderketina li girtiyên siyasî, bi qasî ku wezîfeyeke şoreşgerî ye, wezîfeyeke însanî ye jî. Dema ku em zêdetir çalakiyan lidar bixin, civînan lidar bixin û xwedîderketineke girseyî nîşan bidin, wê demê hem em dikarin zextê li dewleta Tirk bikin, wî protesto bikin û teşhîr bikin û hem jî ji bo dewletên Ewropayê zextê ava bikin ku têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk re di ber çavan re derbas bikin. Ji bo vê jî em bang li gelên Tirkiyê, Kurdistanê û hemû hêzên şoreşger ên ku li Bakur û Ewropayê dijîn dikin ku li dijî tecrîdê xwedî li têkoşînê derkevin û berfirehtir bikin.