Saziyên Asûrî, Suryanî û Keldanî bertek nîşanî xespkirina li Wanê dan

Saziyan Asûrî, Suryanî û Keldanî diyar kirin ku xespkirina neheqî ya li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ne rewa ye û nayê qebûlkirin û gotin: “Yên ku hurmetê nîşanî vîn, biryar û mafên gel nedin, wê di dîrokê de bên lanetkirin.”

Ji saziyên Asûrî, Suryanî û Keldanî bertek nîşanî betalkirina namzetiya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan dan û diyar kirin ku ev biryar bi "talîmata" AKP'ê pêk hatiye.

Daxuyaniya hevpar a Kongreya Gel a Mezopotamyayê (MHK), Partiya Azadiya Mezopotamyayê (MOP) û Komeleya Piştevaniya Mezopotamyayê (MDD) wiha ye: "Di hilbijartinên 31'ê Adarê de, tevî meylên faşîst ên desthilatdariyê yên bi salan, gelê Mezopotamyayê û Anatolya careke din perspektîfa jiyaneke bi rûmet, wekhevî û israra di demokrasiyê de bi dest xist, DEM Partiyê bi ser ket û nêzî 80 şaredariyên Kurdistanê bi dest xist. Li ser navê saziyên me yên navborî em gelê xwe bi rêzdarî pîroz dikin û silav dikin.

Di hilbijartinên 31’ê Adarê de AKP û hevkarê wê MHP têk çûn. Desthilatdariya ku nikare vê têkçûnê veşêre, hewl dide tolê ji gelê Kurd, gelên din û dostên wan hilîne. Em vê biryara dijdemokratîk, nemirovane û ne exlaqî bi tundî şermezar dikin. Biryareke wiha ne rewa ye, nayê qebûlkirin!

Em wek saziyên Asûrî, Suryanî û Keldanî; Em diyar dikin ku em ê bi birêz Abdullah Zeydan û DEM Partiyê re di nava hevgirtinê de bin. Em bang li desthilatê dikin ku demildest dev ji vê biryara dijdemokratîk berde!

Kesên ku rêzê li vîn, biryar û mafên gel negirin, wê di dîrokê de bên lanetkirin.”