BI DÎMEN

Ewlehiya xwe bi xwe dikin

Ewlehiya taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê yên Helebê ji aliyê şêniyên taxê ve tê kirin ku xweparastinê ji xwe re dikin esas.

RÊXISTINIYA XWEPARASTINÊ YA LI HELEBÊ

Şêniyên taxê ku li du taxên Kurdan ên li Helebê di navbera saet 20:00 û 05:00 de bi rêk û pêk li dewriyeyê digerin, diyar dikin ku xweparastin bi qasî nan, av û stirînê girîng û pêwîst e.

Fatma Mihemed (43) ji ANF'ê re axivî, diyar kir ku xweparastina erk û berpirsyariya wan a bingehîn e û got, "Eger em taxa xwe ewle  nekin, her kes dikare bi hêsanî bikeve nav. Eger em taxa xwe ewle nekin em ê nikaribin warê xwe ewle bikin. Bi ewlehiya li cihên biçûk em dikarin jiyaneke aram biafirînin. Xweparastin bi berpirsyariyê dibe. Eger Şêxmeqsûd weke keleha berxwedanê deng vedaye ev yek ji ber xweparastina wê ya xurt e. Jin, zarok, extiyar bi erka xweparastinê rabûn û bi vî rengî em gihîştin vê astê. Eger xweparastina me xurt nebûya, em ê nikarîbûna bi şerekî ewqasî giran û me yê nekarîbûya navê xwe bi berxwedanê li dîrokê binivîsandibûya. Weke şêniyên Şêxmeqsûdê me dest dan hev, xweparastina xwe bi rêxistin kir û em li ber çeteyan rabûn. Xweparastin xwedî aliyên cuda ne û jin pêşengiyê jê re dikin."

XWEPARASTIN DIVÊ QELS NEBE

Loqman Qadir Hisên (50) jî destnîşan kir ku xweparastin ji bo gelekî nebe nabe û got, "Her Kurdek divê kolan, tax û malbata xwe biparêze. Sîstemeke ku xwe dispêre hêza xwe şert e. Van kolanan, van taxan şahidî ji berxwedaneke bêhempa re kirin. Qelsbûna sîstema xweparastinê tê wateya tinebûna di nava şer de. Bi xweparastineke rêxistinbûyî em dikarin kolanên xwe biparêzin, pêşî li polîtîkayên şerê taybet bigirin. Xweparastina me em bi xwe ne. Lewma mirovên rêxistinbûyî dikarin xweparastina rêxistinbûyî biafirînin."

DEWRIYEYÊN KU BI ŞEV Û ROJ DEWAM DIKIN

Şîrîn Xişman (33) anî ziman ku ji sala 2018'an û vir ve li dewriyeyê digere û got, "Di berxwedana Şêxmeqsûdê de em bi pêwîstiya xweparastinê hesiyan. Ji nan û avê jî girîngtir e. Jin bi xweparastinê paşeroja civakê ava dike. Ji bo her mirovî xweparastin pêwîstî ye. Mirovekî bêyî xweparastinê nikare xweparastina civakê biafirîne. Eger ne ji Şerê Gel ê Şoreşgerî yê li Şexmeqsûdê bûya, îro Şêxmeqsûd jî nedibû. Ji ber vê yekê bi şev û roj em li taxa xwe li dewriyeyê digerin."

JI BO ME WEZÎFEYEK E

Wehîd Elî Sebrî diyar kir ku li gel temenê xwe yê dirêj û pirsgirêkên tenduristiyê jî ew li dewriyeyê digere û got, "Bêyî piştgiriya kesî me xweparastina xwe ava kir. Em ne li bendê ne ku ji derve hinek bê me biparêze. Weke şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê em hêza xwe ji hev werdigirin. Ji saet 20:00 heta 05:00 bi dorvegerî em li dewriyeyê digerin. Xweparastin ji bo min wezîfe ye."