Şahidê komkujiya li Gayrettepeyê: Tupê şewatê xerabe bû

Karkerê ji kulûba Gayrettepeyê rizgar bû, ku di şewatê de 29 karkeran jiyana xwe ji dest dan, anî ziman ku tupê vemirandina şewatê nedixebitî û deriyê derketina lezgîn ê ji ber şewatê nebû.

KOMKUJIYA KARKERAN A LI GAYRETTEPEYÊ

Li Stenbol/Gayrettepeyê 2'ê Adarê li kulûbeke bi navê Masqûeradeyê di dema înşaetê de şewatê rû da û 29 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Eşkere bû ku ji bo ewlehiya karkeran tedbîr nehatin wergirtin, tenduristiya karkeran ji nedîtî ve hatiye û ji bo înşaetê jî destûra pêwîst nehatiye wergirtin.

Li gorî daneyên Meclîsa ÎSÎG'ê ji dema destpêkê ya AKP'ê heta bi Nîsana 2024'an 33 hezar karkeran di dema kar de jiyana xwe ji dest dan. Piştî mirina karkeran jî patron û berpirsyar nehatin darizandin, yên hatin darizandin jî cezayên biçûk lê hate birîn. Herî dawî 2'ê Adarê li Stenbol/Gayrettepeyê li kulûba bi navê Masqûeradeyê di dema înşaetê de şewatê rû da, 29 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Ji şahidên komkujiyê Hasret Ûzûn ji ANF'ê re qala bûyerê kir.

DESTÛR TINE BÛ, TEDBÎR JÎ TINE BÛN

Ûzûn anî ziman ku li kulûba şevê ya ku komkujiya karkeran lê rû da, ji bo înşaetê destûr nehate wergirtin, zext li karkeran hate kirin ku kulûbê bigihînin cejnê, her wiha 15 kêlî beriya şewatê ew rizgar bû û got, "Di dema şewata li Gayrettepeyê de ez yek ji karkeran bûm. Bi qasî 15 kêliyan beriya demeke kurt rizgar bûm. Beriya her tiştî dixwazim bibêjim ku ji bo kulûba şevê ya ku em lê dixebitîn ti destûreke xwe ya înşaetê lê tine bû. Her wiha ti ewlehiyeke kar a karkeran jî tine bû. Ji bo kulûba şevê bigihêje cejnê zexteke giran li karkeran dihate kirin. 10 karên cuda di heman demê û li heman cihî dihate kirin û têkildarî wan jî ti tedbîr nehatibûn wergirtin."

SENSORÊN ŞEWATÊ NEXEBITÎN

Ûzûn ragihand ku di dema şewatê de sensorên şewatê yên ku diviyabû li cihê kar bûna û bixebitiyan, nexebitîn û got, "Sensorên vemirandina şewatê yên li dîwarê jorê yê kulûbê neket dewrê, her wiha cihê ku şewatê lê rû da, tenê tupekî vemirandina şewatê lê bû, ew jî xerabe bû. Di hundirê kulûba şevê de deriyekî rizgariya lezgîn tine bû. Tenê kesek ji şewatê rizgar bû, ew jî ji derketina herêma bi navê pasajê ku cihekî veşartî ye, kes pê nizane û deriyekî biçûk e, rizgar bû. Ti ji xebatkaran bi vê derê nizane. Di dema înşaetê de timî ji me dihate xwestin ku em zêde deng nekin, ji ber ku destûr ji şaredariyê nehatibû wergirtin."

MÎNA KU TIŞTEK NEBÛYE DEWAM KIRIN

Ûzûn diyar kir ku piştî şewatê patronan mîna ku tiştek nebûye dewam kirin, li jiyana karkeran nefikirîn û got, "29 kes mirin, lê belê patron mîna ku mirîş mirine tevdigeriyan. Zanîbûn ku wê cezayên giran li wan neyê birîn."