'Bersiva me ya ji bo qeyûmê wê xurt be, em sindoqan biparêzin'

DEM Partî bi gel re hat ba hev, têkildarî ewlehiya hilbijartinê bangawazî kir û peyama, "Bersiva me ya ji bo qeyûman wê xurt be" dan.

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de serdan û civînên gel dewam dikin.

RIHA

Namzetê hevşaredariyê yê Sêweregê yê DEM Partiyê Alî Dûsak di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana Bazara Heywanan kir. Dûsak bi dikandar û welatiyan re li Bazara Heywanan a Sêweregê hat ba hev û piştre serdana dikandarên navenda navçeyê kir. 

Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Pirsûsê Ayten Kaya û Muslum Baran li taxên Şewla, Mektelan û Girêgewrê bi welatiyan re hatin cem hev. Namzetên ku rastî eleqeyeke mezin hatin, mal bi mal geriyan û projeyên xwe vegotin. Li aliyê din standa hilbijartinê ya DEM Partiyê ya li navenda Pirsûsê hat vekirin, tevahiya rojê ji aliyê welatiyan ve hat ziyaretkirin. Welatiyên ku li vir hatin gel hev, bi li ber dirûşme û stranan govend gerandin.

Li Wêranşarê jî namzet çûn serdana taxa Irmakê. Di civînên gel ên li vir de hat gotin ku AKP'ê di serdema desthilatdariya xwe ya 22 salan de roj bi roj hemû welat ber bi sefaletê ve biriye û ji xizmetê bêpar hiştiye. Namzeta Hevşaredariyê Bedriye Yorgûn diyar kir ku DEM Partî ji bo guhertin û veguhertinê şanseke mezin e.
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlioglu îro li navçeya navendî Halîliyeyê beşdarî xebatên hilbijartinê bû. Namzeta hevşaredariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin Gulşen Ozer, Namzeta Hevşaredariyê ya Haliliyeyê Sema Ateş û kesên bi wan re bi dikandarên Bazara Halê re hatin cem hev. Heyet bi rêveberên Komeleya Komîsyonvanên Zebze re hat cem hev û bi rêveberên komeleyê re serdana dikandaran kir.

Namzetên hevşaredariyê yên Eyubiyeyê yên DEM Partiyê Halîl Akbaş û Adalet Erîş, tevî namzetê Hevşaredariyê yê Şaredariya Bajarê Mezin Celalettîn Erkmen, dikandar ziyaret kirin. Namzet piştre li cihê ku ewilî Saîdê Nûrsî lê hat definkirin, li Deşta Balîklîgolê hatin cem hev. Erkmen li vir daxuyanî da û got: “Alimê Kurd ê navdar ê îslamê Bedîuzzeman Seîd-î Kurdî (Nursî) di 23’yê Adara 1960’î de di 82 saliya xwe de li Otela Îpek Palas a Rihayê jiyana xwe ji dest da. Tevî ku 63 sal di ser wefata wî re derbas bûne jî, desthilata AKP'ê hê jî cihê gora wî diyar nekiriye. Soza me ya ji bo gelê me ye ku em ê nirxên xwe biparêzin û heta dawiyê şopdarên wan bin."

Li navçeya Serêkaniyê jî DEM Partî ji sê aliyan ve xebatên xwe meşand. Namzeta hevşaredariyê Rahşan Yazar beşdarî civînên jinan bû û serdana malan kir. Namzetê hevşaredariyê yê din Ûgûr Kahraman jî li gundê Lebbana beşdarî civîna gel bû. 

Namzetên hevşaredariyê yên Hewagê yên DEM Partiyê Îsmaîl Yildiz û Aygul Kapikayali di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li taxên Dûtlî û Êskinê mal bi mal geriyan. Namzetên hevşaredariyê diyar kirin ku ew di 20 rojan de li hemû gundên Hewagê geriyane û peyama "Em ê bi hev re bi ser bikevin" dan.

AMED

Bi beşdariya Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, namzeta hevşaredariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak, namzetên DEM Partiyê yên şaredariya navçeya Hezro û hevserokên DEM Partiyê yên Amedê û navçeyan serdana dikandaran û taxan hat kirin. 

Di serdanê de gel anî ziman ku ew ê bersiveke tund bidin polîtîkayên qeyûman û dengê xwe bidin DEM Partiyê. Namzeta hevşaredariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya DEM Partiyê Serra Bûcak piştî serdana dikandaran axaftinek kir û got: "Divê em partiya xwe biparêzin." Serra Bûcak da zanîn ku hilbijartinên 31’ê Adarê ne tenê hilbijartinên şaredariyan e, parçeyek ji têkoşîna hebûnê ya gelê Kurd e û got: “Şaredariya Bajarê Mezin 8 sal û ji sala 2019'an ve jî Hezro di destê qeyûman de ye. Hewl didin çavên we bi asfaltê boyax bikin, bila we nexapînin. Em dipirsin çima şaredarî 8 sal in peyarêyek çênekiriye? We ev pere û butçe li ku xerç kir? Mafê we heye ku hûn vê yekê bipirsin. Werin em di 31’ê Adarê de bersiveke tund bidin feraseta ku bi gel naşêwire. Em ê ji bo xizmeta vî gelî bênavber bixebitin." 

Piştî axaftinê karwan çû taxa Gomanê Emrexê. Li vir derî bi derî serdana gel hat kirin. 

Namzetên hevşaredariyê yên Sûrê Fatma Gulan Onkol û Adnan Orhan jî bi karwaneke wesayîtan li hemû taxên Sûrê geriyan. 

QERS

Li taxên Qaqizman û Qamûşan ên Qersê DEM Partiyê mîtîngek li dar xist. Serokwekîla Koma DEM Partiyê û Parlementera Qersê Gulîstan Kiliç Koçyîgît beşdarî her du mîtîngan bû.

Namzeta hevşaredariyê ya Qaqizmanê Guner Hatay ku di mîtîngê de axivî got: “Em ê di 31’ê Adarê de şaredariya xwe bi dest bixin.” Namzetê hevşaredariyê Mehmet Alkan jî diyar kir ku ew ê eşkere bikin ka qeymeqam îhale dane kê. 

Serokwekîla Koma DEM Partiyê û parlementera Qersê Gulistan Kiliç Koçyîgît axivî û got: "Em di wê baweriyê de ne ku gelê Qaqizmanê rê nade çete, mafya û dizan. Derfeta guhertinê heye. DEM Partî heye. Em tên ku xizmeta gelê xwe bikin."

Koçyîgîtê bal kişand ser pirsgirêka Kurd û wiha got: “Ger pirsgirêka Kurd çareser bibe, pirsgirêka demokrasiyê jî çareser dibe. Lê ew naxwazin çareser bikin. Ji ber ku ew xwe bi xwîn û hêstiran xwedî dikin. Em DEM Partî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd têdikoşin. Lê ew dibêjin şer. Em dibêjin aştî. Divê gelê me bizane ku her dengê ku ji AKP û MHP'ê re diçe tê wateya înkarkirina zimanê me û çanda me û piştgiriya ji bo feraseta dijminatiya Kurdan dike." 

QAMÛŞAN

Piştre endamên DEM Partiyê li navçeya Qamuşanê mîtîngek li dar xistin. Bi sedan welatî beşdarî mîtînga li qada navçeyê hat lidarxistin bûn. Di mîtîngê de namzetê hevşaredariyê yê Qamûşanê Huseyîn Altun axivî û diyar kir ku ew ê navçeyê bi gel re bi rê ve bibin.

Koçyîgît li vir jî axivî û got: “Dema ez li Qamûşanê dinêrim tu xizmetê nabînim. Ma li cihekî xizmet kirine ku li Qamûşanê bikin! Na, li tu derê xizmet nekirine. Tişta ku ew dikin tenê dizî û talan e û em DEM Partî tên ku dawî li feraseta wan a talanê bînin."