Tulay Hatîmogullari: Divê çavên me li sindoqan bin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari banga parastina sindoqan kir û got, "Di roja hilbijartinê de bila çavên me ji sindoqan veneqetin." 

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari piştî ku beşdarî civîna gel a li navçeya Kopê ya Mûşê bû, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çû navenda bajêr. Tulay Hatîmogullari ku di têketinaa bajêr de ji aliyê endamên partiyê ve bi def û zirne hat pêşwazîkirin, bi karwaneke dirêj a wesayîtan ket nava bajêr. Tulay Hatîmogullari ku hat ber avahiya rêxistina bajêr bi endamên partiyê re ji wir heta otela li Kolana Îstasyonê meşiya û li vir bi rêveber û muşahîdên sindoqan re hevdîtin pêk anî. Di meşê de dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin berzkirin. 

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Hatîmogûllari têkildarî ewlekariya sindoqan hişyarî da berpirsên sindoqan. Tulay Hatimogullari diyar kir ku tevî hemû dijwariya wan kampanyayeke hilbijartinê ya pir baş meşandine û her cihên ku diçin bi coş hatin pêşwazîkirin û got, "Li ser navê partiya xwe ez spasiyên xwe yên bêdawî ji hemû heval, jin û ciwanan re dixwazim. Ez bawer im wê beranberê vê hewldanê êvara 31'ê Adarê li her derê em ê encamên baş bi dest bixin. Serkeftina meji niha de pîroz be.” Tulay Hatîmogullari diyar kir ku kevneşopiya DEM Partiyê xwedî têkoşîneke dîrokî ye, rehên vê darê gelekî kûr dibin û hêza tu kesî nîne ku wan kokan bibire. Tulay Hatîmogullari anî ziman ku qeyûm û zîhniyeta AKP'ê nikare bajaran bi rê ve bibe û got ku ew ê bi nêzîkatiya gelparêz şaredariyan bi rê ve bibin. 

EM XWEDÎ LI SINDOQAN DERKEVIN

Tulay Hatîmogullari bang li her kesî kir ku sindoqan biparêzin û got. "Vê carê em ê sindoqan biparêzin da ku sextekariya sindoqan neyê kirin. Heke hewce bike bila em birçî û tî bimînin, lê em sindoqan biparêzin. Bila nehêlin sextekariyên di sala 2019'an de hatin kirin bikin. Bila çavên we li ser sindoqan be. Bila her şêniyên taxê li baxçeyên dibistanê nobetê bigirin. Dizên qesrê li her derê diziyê dikin, vê carê em ê nehêlin dizî û xapandinê bikin. Werin em bêyî provokasyonan tevbigerin. Ev serketin wê ya me be. Bi milyonan ku di Newrozê de banga aştiyê dikin wê di 31'ê Adarê de serkeftinê pîroz bikin."