Rabirdûya qirêj a dadgerê AKP'yî Çavûşoglû yê biryara Zeydan da

Serokê Dadgeha Cezayê Giran a 5'emîn a Amedê Erhan Çavûşoglû ji Solhanê ye û ji malbateke hevkar e ku ji DYP'ê derbasî AKP'ê bûye. Çavûşoglû dema ku li Wanê kar dikir jî tê zanîn ku karên qirêj dikir.

ÊRÎŞA LI SER ÎRADEYA GELÊ WAN

Serokê Dadgeha Cezayê Giran a 5'emîn a Amedê Erhan Çavûşoglû ku bi gotina 'Nekarî mafên xwe yên hilbijartinê werbigire' li dijî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) da, dema ku li Wanê wezîfe dikir bi îdîaya bertîlê ketibû ber lêpirsînê.

Dadgeha Erhan Çavûşoglû nêzî çar salan li Wanê wezîfe kir. Çavûşoglû ku Serokatî ji Komîsyona Edaletê ya Dadgeriya Edlî ya Wanê re kir, bi taybetî mohra xwe danî binê biryarên girtina siyasetmedarên Kurd. Dadger Çavûşoglû piştî şerê desthilatdariyê yê 15'ê Tîrmeha 2016'an xwe da aliyê hikumeta AKP'ê, gelek kes ji kar avêt. Çavûşoglû dema ku li Wanê wezîfe dikir, ji gelek dadgeran re 'ji ber serketina li dijî sûcên terorê yên li Wanê' plaketa serketinê da. Çavûşoglû dema li Wanê wezîfe dikir gelek caran ji aliyê qeyûman û AKP'iyan ve hate ziyaretkirin. Li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal jî timî pesnê Serokkomarê Tirk Erdogan dida.

Dema ku Çavûşoglû Serokatî ji Komîsyona Edaletê re dikir, eşkere bû ku madeyên narkotîkê yên li Buroya Emanetê ya Edliyeya Wanê weke ard hatin qeydkirin û piştre li derve ji hinekan re hate firotin. Di operasyona têkildarî şebekeya narkotîkê, revandina berhemên dîrokî û bazirganiya pereyê sexte de 4 dozger hatin darizandin.

Çavûşoglû ji ber îdîayên bertîlê kete ber lêpirsînê û ji Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Erzîromê re hate şandin. Piştî vê wezîfedarkirinê Çavûşoglû di hesabên xwe yên medya dîjîtal de timî pesnê Serokkomarê AKP'yî Recep Tayyîp Erdogan da. Piştî van parvekirinan Çavûşoglû di sala 2022'an de ji bo Endametiya Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Edeneyê hate hilbijartin. Çavûşoglû bersiva twîttên xwe yên pesindayina Erdogan wergirt û lêpirsîna têkildarî wî bi dilê wî bi dawî bû û ji bo Serokatiya Dadgeha Cezayê Giran a li Amedê hate tayînkirin.

Malbata Çavûşoglû li navçeya Solhan a Çewlîkê ye. Rojnamevan Firat Bûlût têkildarî mijarê ev agahî parve kir: "Têkiliya malbata Çavûşoglû ya bi AKP'ê re li Solhanê piştî şerê çekdarî yê ji ber danûstandinekê destpê kir. Şaredarê Solhanê yê DYP'yî Niyazî Çavûşoglû ku bersûc bû, piştre bi rengekî beraat kir. Malbata Çavûşoglû diviyabû êdî dilsoziya xwe nîşan bida. Ji DYP'ê îstifa kir û derbasî nava AKP'ê bû. Di sala 2009'an ji AKP'ê bû namzet û bi ser ket. Piştre jî bû serokê bajêr û piştre bû namzetê parlamenteriyê. Birayê wî Erhan Çavûşoglû jî piştî têkiliya bi AKP'ê re payeya wî timî bilind bû. Rîze, Serokatiya Komîsyona Edaletê ya Dadgeha Asta Yekemîn a Dadgeriya Edlî ya Wanê, Dadgeha Îdare ya Herêmê ya Erzîromê û Amed... Erhan Çavûşoglû ku navê wî li Wanê li parkekê hate kirin yekî ji nava AKP'ê ye..."