1'ê Gulanê: Her der berxwedan!

Rêxistinên kedê û sosyalîst li kolanên Okmeydani li hev kom bûn û ber bi Taksîmê ve dimeşin. Di çalakiyê de dirûşma "Her der berxwedan" tê qîrîn. Polîs êrîşê dibin ser çalakiyê.

LI STENBOLÊ 1'Ê GULANÊ

Endamên Meclîsên Jinê yên Sosyalîst (SKM), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Federasyona Komeleyên Ciwanan a Sosyalîst (SGDF), Alinterî, Kolektîfa Ekolojiyê ya Polen (PEK) ji bo pîrozkirina 1'ê Gulanê ku dixwazin li Qada Taksîmê pêk bînin, li Okmeydani ya Şîşlî li hev kom bûn.

Di çalakiyan de ku dirûşmên "Taksîm a me ye, wê ya me bimîne", "Bijî yekê Gulanê" têne qîrîn, pankartên bi nivîsên "Li ber xizaniyê rabe, xwe bi rêxistin bike, bijî 1'ê Gulanê" hatin hildan. Polîsan li gelek deveran êrîş birin ser girseya gel a ku dixwaze xwe bigihîne Taksîmê. Gelek kes bi lêdanê hatin binçavkirin.

Endamên Partîzan, Ciwanên Demokrat ên Nû (YDG) li Okmeydani li pêşiya Nexweşxaneya Dev û Diranan li hev kom bûn û meşiyan. Di çalakiyê de dirûşma "Her der Taksîm, her der bexwedan" hate qîrîn. Polîsan li vê derê jî êrîş birin ser girseya gel ku ber bi Qada Taksîmê ve dimeşe.

Li Okmeydani jî endamên Partiya Şoreşger ji bo ber bi Qada Taksîmê ve bimeşin li gelek nuqteyên cuda li hev kom bûn.

Li gel kombûnê her wiha êrîşên polîsan jî li hemberî girseya gel a li çalakiyan dewam dike.