Peyama MAK’ê ya 1’ê Gulanê

Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) bi daxuyaniyekê 1'ê Gulanê pîroz kir û di daxuyaniya xwe de bang li gelê Kurd kir ku li dijî talûkeyan bi ‘ruhê têkoşîna Wanê’ nerazîbûna xwe nîşan bidin.

Daxuyaniya MAK’ê bi vî rengî ye:

“Em derbasî pêvajoyeke nû ya 1’ê Gulanê dibin ku ev yek ji bo  karker û gelên bindest tê wateya têkoşîn, hevgirtin û wekheviyê. Tevî krîzên aborî û sîyasî, êrîşên îmha û înkarê jî ji bo gelên Rojhilata Navîn û Kurdistanê wateya têkoşîna 1’ê Gulanê zêdetir nîşan dide. Hemû çavkaniyên Kurdistanê di serî de ji aliyê dewleta Tirk a faşîst û dewletên faşîst ve tên talankirin. Girêdayî vê yekê xwezaya Kurdistanê jî tê wêrankirin û di encama vê yekê de gelê li herêmê koçî metropol û welatên rojava dikin. Li bajarên Tirkiyeyê ji ber şert û mercên xirab û êrîşên faşîst bi hezaran karkerên Kurd jiyana xwe ji dest dane. Hewce ye gelê Kurd ji bo têkbirina vê pergala faşîst û ya komkujiyê li welatê xwe bimîne û têkoşîna xwe bimeşîne. Dewleta Tirk a dagirker polîtîkayên xwe yên qirkirinê yên li ser Kurdistanê her ku diçe zêdetir dike. Ji bo tunekirina destkeftiyên gelê Kurd serî li her cure rêbazan dide. Her wiha dewleta Tirk a faşîst bi kûrtirkirina tecrîda li dijî Rêber Apo israra xwe ya di polîtîkayên îmha û înkarê de nîşan dide.

Gelê me hewce ye li dijî van talûleyan pêvajoya 1’ê Gulanê bi ruhê têkoşîna Wanê pêşwazî bike û bi hemû hêz û enerjiya xwe beşdarî pêngava ku ji bo azadiya Rêber Apo hatiye destpêkirin, bibe. Em weke Milîsên Azadiya Kurdistanê hemû şehîdên 1’ê Gulanê yad dikin û 1’ê Gulanê li hemû karker û kedkarên cîhanê, gelê me yê welatparêz, gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê, milîsên xwe û hemû kesên ku li dijî mêtinkarî û newekheviyan têdikoşin pîroz dikin.”