Li Êlihê bi hezaran kes li qada 1'ê Gulanê ne

Li Êlihê bi hezaran karker û kedkar ber bi qada mîtîngê ya 1'ê Gulanê ve dimeşin.

LI ÊLIHÊ MÎTÎNGA 1'Ê GULANÊ

Mîtînga 1'ê Gulanê ya li Êlihê bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê tê lidarxistin. Girseya gel berê xwe dide qada mîtîngê. Tevî pêkhateyên platformê, nûnerên partiyên siyasî û kedkarên ji bajarên derdorê li Xaçerêya Word Mar a li Bûlwara Tûrgût Ozal li hev kom bûn.

'EM Ê BI BERXWEDANÊ BI SER BIKEVIN'

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Sekretera Jinê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Done Gevher û Serokê Şaxê Êlihê ya Petrol Îşê Veysel Kartal wê li mîtîngê biaxivin. Bi hezaran kesên ji bo mîtîngê li hev kom bûn demeke dirêj govend gerandin.

Di mîtîngê de pankartên bi nivîsa "Jin wê biharê jî aştiyê jî bînin", "Em êm afê xwe bi dest bixin", "Zimanê me rûmet û hebûna me ye" û "Bijî 1'ê Gulanê" hatin hildan.

Girseya gel tim û tim dirûşmên "Bijî yekê Gulanê" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" diqîre û bi rengê kortejê ber bi Parka Jinê ya 8'ê Adarê ve dimeşin.