YSK’ê encamên teqez ên hilbijartinên 31’ê Adarê eşkere kir

Serokê YSK’ê Ahmet Yener, encamên teqez ên hilbijartinên 31’ê Adarê eşkere kirin.

Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Ahmet Yener, encamên teqez ên Hilbijartinên Giştî yên Rêveberiyên Herêmî yên 31’ê Adarê eşkere kirin. Yener, bi lêv kir ku di hilbijartinên şaredariya bajarê mezin de tev li bûn ji sedî 78,12 ye. Yener, anî ziman ku AKP’ê 12, YRP 1, DEM Partiyê 3, CHP’ê jî 14 şaredariyên bajarê mezin bi dest xistine. 

DEM PARTİYÊ LI 7 BAJARAN ŞAREDARÎ BI DEST XISTIN 

Yener, da zanîn ku ji 51 şaredariyên bajaran AKP’ê 12, Partiya Îyî 1, Partiya Yekitiya Mezin 1, Partiya Yenîden Refah 1, DEM Partiyê 7, CHP’ê 21, MHP’ê jî 8 şaredarî bi dest xistine. 

Yener, diyar kir ku rêjeya tevlibûna hilbijartinê ji sedî 78,11 pêk hat. Yener, da zanîn ku tevlibûna herî kêm bi rêjeya ji sedî 67,34 li Amedê çêbûye. Yener, ragihand ku ji bo şaredariya bajaran bi rêjeya ji sedî 59.63 tevlibûna kêm Çewlig û ji sedî 59.76 jî navçeya Rezan a Amedê ye. 

Yener, daneyên têkildarî şaredariyên navçeyan jî aşkere kirin. Li gorî vê AKP’ê 346, Partiya Îyî 22, Partiya Çep 1, Partiya Yekitiya Mezin 13, Partiya Çep a Demokratîk 1, Partiya Yenîden Refah 37, DEM Partî 57, CHP 314, Partiya Demokrat 2, MHP 114, Partiya Karkeran a Tirkiyeyê 1, DEVA’yê 1 û Partiya Seadetê jî şaredariyek bi dest xistiye. Her wiha li 9 navçeyan namzetên serbixwe hilbijartin qezenc kirine. 

CIHÊN KU HILBIJARTIN DÊ LÊ BÊN NÛKIRIN

Yener, da zanîn ku cihên ku hilbijartin lê bên nûkirin jî wiha ne: “Li ser îtîrazên piştî Hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî yên 31’ê Adarê de hatin kirin di 2’yê Hezîrana 2024’an de li navçeya Guzelyûrt a Aksarayê, Pinarbaşi ya Qeyseriyê, Hîlwan a Rihayê û Yildizelî û Guneykaya yên Sîvasê, li bajaroka Perî ya Mazgîrt a Dêrsimê, li Buyukkariştiran a Luleburgaz a Kirklareliyê û bajaroka Saglik a girêdayî Aksarayê dê hilbijartin bên nûkirin.”