Denîz Gezmiş û hevalên wî hatin bibîranîn: Têkoşîna wan li Kurdistanê didome

Denîz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Di bîranînê de peyama: "Têkoşîna wan li Kurdistanê didome. Têkoşîna me ronî dikin û rêya me vedikin."

Ji pêşengên tevgera şoreşger a Tirkiyeyê Denîz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan di 52’emîn salvegera darvekirinê de li Goristana Karşiyaka ya Enqereyê li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan û gelek endam û rêveberên partiyên siyasî beşdarî bîranîna ku ji aliyê rêxistinên girseyî yên demokratîk ve hat lidarxistin bûn.

'RÊYA ME RONÎ DIKIN'

Tulay Hatîmogûllari ya di bîranînê de axivî, diyar kir ku Denîz qet nayên jibîrkirin û wiha got: “Ji bijîjk Hîkmet Kivilciman heta Kaypakkayayan, Mahîran, Denîzan, Mazlûman, Sakîneyan, Sêvêyan têkoşîna şoreşger, sosyalîst û welatparêz a ji me re hatiye hiştin bi awayekî layiqî wan em ê bidomînin. Em ê wan qet ji bîr nekin, nedin jibîrkirin. Bijî têkoşîna me ya şoreşger, bijî têkoşîna me ya rêxistinî, bijî têkoşîna me ya welatparêz.”

Bakirhan jî pişt re di axaftina xwe ya bi Kurdî û Tirkî kir de ev tişt gotin: “Têkoşîna Denîz, Huseyîn û Yûsûf îro li her çar parçeyê Kurdistanê berdewam dike. Têkoşîna me ronî dikin û rêya me vedikin. Em wan bi rêzdarî silav dikin. Bila bawer bikin ku; heta ku têkoşîn encam bigire dê bidome. Weke di berxwedana Wanê de, weke li Amed, Stenbol, Îzmît, Îzmîr, weke têkoşîna kedkarên xwedî li maf, wekhevî û azadiyê derdikevin… Em ji xwe bawer in ku dê vê têkoşînê bi ser bixin.”