Ji YJA Starê çalakiyên sekvaniyê: 3 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên YJA Starê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya Zapê li dagirkeran xistin. Di encama çalakiyên sekvaniyê de 3 dagirker hatin cezakirin.

DAXUYANIYA HPG'Ê

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek da û li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê agahî parve kir.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

3'ê Gulanê saet di 14:20, 13:15 û 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li dijî dagirkerên ku ketin nava liv û tevgerê çalakiyên sekvaniyê hatin kirin. Di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin kirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

1, 2, 3, 4 û 5'ê Gulanê li herêma Garê qadên Repînê, Deşta Nehlê, Dêreşê û Zêvkê 6 caran, li herêma Metînayê qada Bêşîlî 4 caran, li herêma Xakurkê Ava Lolanê û qada Kolîtê 2 caran; bi giştî 12 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

3, 4 û 5'ê Gulanê Qadên Berxwedanê yên Şehîd Îbrahîm, Golka, Dergelê, Girê Amediyê, Girê Cûdî, Girê Şehîd Pîrdogan, Bêşîlî û Şêlazê bi helîkopterên êrîşê û çekên giran hatin bombekirin."