Rapora Girtîgehê: Desteyên Çavdêriyê xistine şûna darazê

OHD’ê têkildarî binpêkirinên li 17 girtîgehên herêma Egeyê raporek amade kir û da zanîn ku binpêkirinên keyfî, êşkence, miameleya xerab û tecrîda l li girtîgehan roj bi roj zêdetir dibin.

RAPORA OHD'Ê

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Îzmîrê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên di sala 2023’yan de li girtîgehên Herêma Egeyê hatine kirin eşkere kir. Daxuyanî li avahiya şaxê hate dayîn. Di raporê de binpêkirinên li 17 girtîgehên li Îzmîr, Denîzlî, Mugla û Balikesîrê hatine kirin cih girtin. Rapor, di encama hevdîtinên bi girtiyên siyasî re de hatiye amadekirin. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Ozcan Sarioglû û endamên komeleyê tevlî daxuyaniyê bûn.

Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Eylem Zengîn rapor xwend û got ku tevî helwdanên wan jî ji bo girtiyên nexweş gav nehatine avêtin. Zengîn, wiha dom kir: “Hate tespîtkirin ku girtî ji ber şert û mercên girtîgehan nexweş bûne û teşhîs û tedawiya wan jî ji hêla rêveberiyên girtîgehan ve tên astengkirin. Dema girtî diçin nexweşxaneyan jî bijîşk wan paşguh dikin. Di heman demê de tedawiya destkelemçekirî li girtiyan tê ferzkirin.”

Di berdewamê de Zengîn anî ziman ku binpêkirinên li dijî girtiyan hem ji hêla wesfê ve hem jî ji hêla hejmarê ve zêde dibin û wiha pê de çû: “Êşkence û miameleya xerab jî binpêkirinên herî zêde tên kirinin. Ji ber ku girtî li deverên dûr tên sewqkirin, malbat neçar dimînin ku ji bo hevdîtinê bi rêyeke dirêj bên. Lewma jî divê mafên telefon û axaftina bi dîmen a girtiyan hebe û bikare bi kesên di lîsteya ziyaretê de cih digirin re li ser telefonê û bidîmen biaxivin. Mijara din jî; dema hevdîtina rû bi rû ya girtiyan kin e. Malbatên gelek girtiyan li bajarên dûr in û naxwazin ji bo demekî wiha kin malbatên wan bên serdanê. Mafê hevdîtina bidîmen a ji bo girtiyên edlî, divê ji bo girtiyên siyasî jî hebe. Divê ev sepanên cihêkar tavilê bên bidawîkirin.”

Zengîn, bi lêv kir ku rojname, kovar û pirtûk bi awayekî keyfî tên qedexekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yek ji pirsgirêkên hevpar jî ew e ku aqûbeta daxwaznameyên girtiyan nayê zanîn. Rêveberiyên girtîgehan ji ber ‘Rêziknameya Têkildarî Çavdêrî, Navendên Dabeşkirinê û Nirxandina Hikûmxwaran’ xwe dixin şûna darazê. Ev yek jî dike ku rêveberiyên girtîgehê rayeyeke bêsînor bi kar bînin û biryarên keyfî bidin. Di nava çendek mehên dawî de gelek girtiyên dema wan a tehliyeyê hatiye, ji ber biryarên keyfî yên ‘nebeşhalî’ nayên berdan. Eşkereye ku rêveberiyên girtîgehê bi rêziknameya nû re rayeyên xwe xerab bi kar tînin. Mînaka vê ya herî dawî jî li dijî Veysî Aktaş kete meriyetê ku 30 sal in girtî ye, li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û diviyabû di 28’ê nîsana 2024’an de bihata berdan lê bi awayekî keyfî hate taloqkirin. Bi awayekî keyfî tehliyeya Veysî Aktaş hatiye taloqkirin, ev agahî bi devkî ji parêzerên Aktaş re hatiye ragihandin û mafê îtîrazê jî binpê kirine.”

Zengîn, da zanîn ku ji 7’ê tebaxa 2019’an heta niha li dijî girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tecrîdeke giran di meriyetê de ye û wiha bi dawî kir: “Divê şandeyên ‘serbixwe’ yên navneteweyî li gorî hukmên mewzûatên herêmî û navneteweyî bikarin li Girtîgeha Îmraliyê venêrînê bikin û ji bo vê mekanîzmaya pêwîst bê avakirin. Divê destûr bê dayîn ku lijneyên tenduristiyê yên serbixwe bikevin girtîgehan û lêkolînê bikin. Ji bo saziyên pîşeyî û rêxistinên mafên mirovan bikarin li girtîgehan çavdêriyê bikin, sererastkirinên qanûnî bên kirin û destûrê bidin ku lêkolîna li girtîgehan bê kirin. Di çarçoveya temamiya van nirxandinan de; divê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bên bidawîkirin, miameleyeke hêjayî rûmeta mirovan bê kirin, miameleyên dikevin çarçoveya êşkence, nêzikatiya xerab û binpêkirina rûmeta mirovan de divê bên qedexekirin û ji bo vê jî em bang li Wezareta Dadê, Wezareta Karên Hundir, Saziya Venêrîna Cemaweriyê, Saziya Mafên Mirovan û Wekheviyê ya Tirkiyeyê û tevahiya sazî û dezgehên têkildar peywira xwe bi cih bînin.”