PÎK: Li ser me hemûyan ferz e ku divê em li dijî xespkirina vîna gel derkevin

PÎK’ê bertek nîşanî xespkirina vîna gelê Wanê ya ji aliyê rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ve bi awayekî derhiqûq pêk hat û lîstika hevbeş a Wezareta Edaletê û Lijneya Bilind a Hilbijartinê, da.

Serokê Giştî yê Partiya Îslamiya Kurdistanê (PÎK) Hikmet Serbilind di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got: "Em sekna li dijî zilm, zordarî û xespkirina vîna gelê xwe ya ji aliyê dewleta Tirk pêk hatiye, weke erka xwe dibînin."

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Namzetê DEM Partiyê yê Wanê Abdullah Zeydan bi vîna gelê Wanê hat hilbijartin. Li gel vê jî tê fêmkirin ku desthilata AKP û MHP’ê beriya hilbijartinan namzetê xwe weke qeyûm tayîn bikin, di nava xefikeke neqanûnî de mafên qanûnî yên namzetê DEM Partiyê Abdullah Zeydan ji dest girtin. Desthilat bi destwerdana xwe ya li encamên hilbijartinê yên li Wanê armanc dike ku li ser gelê Kurd serweriyeke tam ava bike. Namzetê DEM Partiyê Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48 dengan û bi piştgiriya gel hat hilbijartin. Li gel vê jî desthilatdariya AKP-MHP’ê bi binpêkirina edalet, maf, hiqûq û demokrasiyê vîna gelê Wanê xesp dike.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku gotina Erdogan a di axaftina xwe ya balkonê de "Em rêzê li îradeya gel digirin" ji bo gelê Kurd ne derbasdar e û wiha hat gotin: "Li ser me hemûyan ferz e ku parastina gelê Kurd bikin. Em ê ji bo vîna gel a ku hatiye xespkirin û eşkerekirina maf û edaletê li dijî dagirkerên zalim bi awayekî rewa têbikoşin.”