BI DÎMEN

Malbata Arvas nerazîbûn nîşanî desteserkirina îradeya gel da: Xwîna Kurdan wê di destê te de be!

Mehmet Sacit Arvas nerazîbûn nîşanî Abdulahat Arvas ê bûyî amûra polîtîkaya xespê ya AKP’ê, da û got: “Xwîna Kurdan wê di destê te de be.” Parlamenterê berê yê AKP’ê Abdulmuttalip Ozbek jî xwest ku rêz ji biryara gel re bê nîşandan.

JI MALBATA ARVAS NERAZÎBÛNA LI HEMBERÎ XESPÊ

Piştî ku namzetê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Abdullah Zeydan ji bo Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hate hilbijartin, mazbeta wî hate desteserkirin û mazbet dan Abdulahat Arvas. Li ser vê yekê malbata Arvas jî nerazîbûna xwe ya li hemberî vê bêhiqûqiyê nîşan da.

Mehmet Sacit Arvas li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal, bi dîmen daxuyanî da û ji bo Abdulahat Arvas got “Şermezariya Arvasiyan.”

Mehmet Sacit Arvas wiha got: “Em zêdeyî 700 sal in bi Kurdan re dijîn. Qasî ku Kurdan rêz nîşanî me dayî, ti kesê rêz nîşanî me nedaye.”

‘TU ÇAWA DI NAVA VÊ KÛMPASA NEMERDANE DE CIH DIGIRÎ’

Mehmet Sacit Aras gotinên Arvas ên “ez naxwazim bibim qeyûm” bi bîr xist û ev tişt got: “Rasterast parêzerê te serlêdanê dike. Ma tu şerm nakî? Tu yê çawa li rûyê Kurdan binêrî? Yê xwedî rûmet be, dema tiştekî şermezarî kir hingê nikare li rûyê mirovan binêre. Te dizanî Kurd wê îtîrazê vê yekê bikin. Dema îtîraz kir, wê gelek leşker bên anîn. Tu çawa li hemberî rijandina xwîna Kurdan bêdeng dimînî! Te çawa di nava vê kûmpasa nemerdane de cih girt? Ez ji te şerm dikim. Gel neçare xwedî li îradeya xwe derbikeve, dema daketin kolanan wê ev zilam van bikuje. Her dilopeke vê xwînê wê di destê te de be. Tu yê çawa di nava Kurdan de bigerî? Lê tu yê bigerî. Te rûmet û wijdan nîne. Hebe tune be pere û meqam. Şerme ji te re. Eger mezinên Arvasî li wir hebin û dengê xwe dernaxin, şerme ji wan re jî.”

PARLAMENTERÊ BERÊ YÊ AKP’Î: DIVÊ RÊZ NÎŞANÎ BIRYARA GEL BÊ DAYÎN

Parlamenterê AKP’î yê Colemêrgê yê berê Abdulmuttalîp Ozbek ser hesaba xwe ya medya dijîtal bertek nîşanî xespkirina îradeya gelê Wanê da. Ozbek bang li Abdulahat Arvas ê ku dixwazin wî têxin şûna Abdullah Zeydan ê ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hatiye hilbijartin.  

Ozbek diyar kir ku Wanî Zeydan hilbijartine û wiha bang li Arvas kir: “Beyî piştevaniya gel hatina rêveberiyê, wijdanê diêşîne. Ya ku dikeve ser me ji hilbijartina gel re rêzdarbûn û ji bo hilbijartina pêş xebat meşandin e. Ez hêvî dikim ku dê navê xwe, malbata xwe û hemû Waniyan bifikire û ji vê biryarê vegere.”